Li Amedê ji ber heyelanê kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Amedê ji ber heyelanê kesekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Pasûr a Amedê bi baranê û firtoneya ku 10 deqeyan dewam kir, li qûntaran heyelan çêbû. Ji ber ax bi ser xaniyekî de ket kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, li Taxa Saltuk a girêdayî Pasûra Amedê ji ber barana di carekê de hat ax ket ser malekê Di heyelanê de Hecî Vehbî Yel (70) di bin xirbeyên malê de ma. Bi hewldana gundiyan canezayê Yel ji bin xirbeyên xanî de hat derxistin.

Welatiyan bi ambulansa hat cihê bûyerê cenazeyê Yel rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûr. Piştî otopsiyê cenazeyê Yel ji bo defnkirinê radestî malbatê hat kirin.