Li Amedê ji 42 Odeyên Pişeyî ji bo Rojava û Şengalê banga alîkariyê
Li Amedê ji 42 Odeyên Pişeyî ji bo Rojava û Şengalê banga alîkariyê
Li Amedê ji 42 Odeyên Pişeyî ji bo Rojava û Şengalê banga alîkariyê
Yekîtiya Odeya Zenaetkar û Esnafên Amedê (DESOB) û 42 odeyên pîşeyê yên girêdayî odeyê ji bo piştgiriya gelê Şengal û Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.
Yekîtiya Odeya Zenaetkar û Esnafên Amedê (DESOB), 42 odeyên pîşeyî yên girêdayî odeyê û Borseya Bazirganiyê ya Amedê ji bo welatiyên ku ji Şengal û Rojava ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Starta kampanyayê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat bi daxuyaniyê hate dayîn. Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedînoglu û nûnerên odeyên pîşeyê û nûnerên Kordînasyona Rojava ya di bin banê KCD’ê de hatiye avakirin beşdar bûn.
Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedînoglu di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Her bombeyên ku dikevin Rojava û Şengalê yan jî her qêrîneke li vir bilind dibe me jî diêşîne, hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im birîndar dike.” Ebedînoglu da zanîn ku li Rojava û Şengalê her roj bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin û kesên ku fersendê didin vê yekê şermezar dikin. Ebedînoglu bilêv kir ku ew li hemberî pêşketinên li vî cografyayê seferber bûne ji bo piştgiriya gelê Rojava û Şengalê alîkariyên bên komkirin dê li navenda ku ava kirine bê berhevkirin. Ebedînoglu wiha axivî: “Em ê alîkariyên ku ji endamên me bên li ciheke kom bikin û bigihînin xwîşk û birayên xwe yên li wê derê. Em dixwazin saziyên sivîl ên li Amedê û gelê me yê Amedê piştgiriyê bidin kampanyaya me. Baweriya me ew e ku gelê me bihistiyar tevbigere û polîtîkayên bêmirovkirina Rojava pûç bike.”