Li Amedê gelek kes hatine binçavkirin

Li Amedê gelek kes hatine binçavkirin

Polîsan bi destwerdaneke tund êrîş bir ser meşa BDP’ê ya îro ku dihat xwestin bi dirûşmaya, “Hukûmet gav biavêje” were lidarxistin. Li ber avahiya bajêr a BDP’ê di encama destwerdana polîsan de herî kêm 5 kes birîndar bûn. Piştî destwerdana polîs a bi bombeyên gazê û ava şid girseya li ber Bulvara Turgut Ozal ku belav bû, polîs bi bombeyên gazê êrîşî avahiya bajêr a BDP’ê kir. Tevî hişyariyên rêveberên partiyê û parlamenteran jî polîsan bi dehan bombeyên gazê avêt avahiya bajêr. Gelek hemwelatî ji bo ji êrîşê xwe biparêzin ketin avahiya bajêr û malên derdorê. Hat dîtin ku polîsan bombeyên gazê avêtin şaneşînên hin malan jî.  

Piştî reş ket erdê jî ku bûyerên li ber avahiya bajêr a BDP’ê berdewam kirin tê gotin ku hîn jî gelek kes di avahiya bajêr de ne. Piştî girse belav bû jî bi sedan polîsên bi kincên fermî û sivîl êrîşî mirovên ku li ser rêyan kirin. Polîs dujînan ji mirovan re dibêjin û bi daran jî êrîş dikin û hat ragihandin ku gelek kes jî di bin çavan de ne.

Ligel vê, hat ragihandin ku li ser Caddeya Emek û Caddeya Sento yên navçeya Baglar cih bi cih di navbera kom û polîsan de pevçûn hene.