Li Amedê êrîşa polîsan
Li Amedê êrîşa polîsan
Li Amedê êrîşa polîsan
Li navçeya Amed Baglarê, ciwanên bi armanca şermezarkirina êrîşên Kobanê meşiyan, ji ber êrîşa polîsan bi wan re pevçûn.
Li Kolanên Emek, Ogretmenler û Seymen ên Baglarê, ciwanan DAIŞ protesto kirin û bi dirûşmên ji bo PKK û YPG'ê meşiyan.
Ciwanan li ser rê agir dadan, rê li çûn û hatinê girtin, lê rastî êrîşa polîsan a bi maşînên zirxî û TOMA'yan hatin.
Ciwanan jî bi kevir, molotofkokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Polîsan hewl dan hin ciwanan bixin binçavan, lê ciwanan pêşî li maşînên zirxî girtin û nehiştin kes bê binçavkirin. Pevçûn li Taxa 5 Nîsan û Kolana Ogretmenlerê dewam dike.