Li Amedê civîna cerdevanan

Li Amedê civîna cerdevanan

Li Amedê rayedarên leşkeran û walîtiyê bi cerdevanan re civîn li dar xistin. Di civînê de hate diyarkirin ku, hikûmet têkildarî cerdevanan xebatekî nû dide meşandin. Di civînê de cerdevanan jî got, "Li Mêrdînê kesên di paqijiyê de jî dixebitin sîgorteya wan heye. Lê tu mafên me tune ye."

Di pevajoya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de rayedarên Walîtiya Amedê û Fermandariya Cendirmeyan bi cerdevanan re civînek li dar xistin. Di xwarina li Fermandariya Cendirmeyan pêk hat û mafên cerdevanan hatin axivîn de Wekîlê Waliyê Amedê Mustafa Can, rayedarên cendirmeyan û sercerdevanên Amedê tevlî bûn. Di xwarinê de Fermandarê Cendirmeyan ê Bajar Huseyîn Hîlmî Atabay û Wekîlê Walî Mustafa Can têkildarî mafên cerdevanan de di bin bangê Wezîrê Navxweyî de xebatek tê kirin axaftin kirin.

Pişt re Sercerdevanê ji navçeya Çinarê Seyîtxan Karadag axivî û wiha got: "Li Mêrdînê kesên di paqijiyê de jî dixebitin sîgorteya wan heye. Lê tu mafên me tune ye." Gotinên Karadag cerdevan li ber çavên dewletê çawanin radixe berçavan.