Li Amedê bombeyên deng û molotof avêtin market û 3 malan

Li Amedê bombeyên deng û molotof avêtin market û 3 malan

Li Amedê bombeyên deng û molotof avêtin marketa BÎM û 3 malên ku hate îdiakirin fihûş lê têkirin. Bombeyên deng yên bi dengek mezin teqiyan di marketa BÎM’ê de zirarek mezin ya aborî rû da.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, li Amedê bombeyên deng avêtin marketa BÎM ya nêzî rawestgeha qehwê. Hate ragihandin ku, bi avêtina bombeya deng re zirarek mezin ya aborî di marketê de rû da.

Weke din bombeyên deng avêtin du malên  ku hate îdiakirin fihûş û madeyê hişber lê tê bikaranî, her wiha malek din jî molotof avêtinê.

Hate hînbûn ku, çalakiyên mijara gotinê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Welatparêz (YDG-H) ve hatine kirin.

YDG-H ku li bajar li dijî fihûş û madeyên hişber şer dike, beriya vê çend çalakiyên wekû vana kiribûn.