Li Amedê 2 xwendekar hatin girtin
Li Amedê 2 xwendekar hatin girtin
Li Amedê 2 xwendekar hatin girtin
Ji 4 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê yên hatin binçavkirin jê 2 xwendekar bi îdîaya "Madeyên taluke bêyî destûr peyda kirine" hatin girtin.
4 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê yên di 15'ê nîsanê de li nava kampusê ji otobusê anîn xwarê û hatin binçavkirin şevê din sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji xwendekaran 2 kes piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan û 2 xwendekar jî bi daxwaza girtinê sewqî 3'mîn Dadgeriyê hatin kirin. Dadgeriyê ji bi hinceta "Madeyê taluke bêyî destûr peyda kirine" biryara girtina xwendekarên bi navê Ozge Torun û Şevîn Batu da.