Li Amed, Wan û Şemzînanê 9 kes hatin binçavkirin

Li Amed, Wan û Şemzînanê 9 kes hatin binçavkirin

Li Amed, Wan û Şemzînanê, di serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin.

Li Amedê, bi hinceta beşdarî çalakiyên xwedîderketina li Kobanê bûne, 2 kes hatin binçavkirin. Abdûllah Topdemîr û kesekî navê wî nehat hînbûn, danê sibê di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta emniyetê ya Amedê. Hat ragihandin ku Topdemîr beriya niha ji ber bûyerên 6-7'ê Cotmehê hatibû binçavkirin.

Li gundê Şapatan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê, polîsan nîvê şevê avêtin ser du malan û di encamê de welatiyên bi navê M.A.T. û P.G. kirin bin çavan. Der barê operasyonê de agahî nehat dayîn, lê her du binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Şemzînanê.

Navnîşaneke din a binçavkirinan taxa Xaçort a Wanê bû. Polîsên ku danê sibê bi maşînên zirxî hatin taxê, avêtin ser malan û zarokên bi navê S.K., Î.K., D.K. û A.T. kirin bin çavan. Binçavkirî birin Şaxê Zarokan a Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.

Li Elbakê jî danê êvarê Şaban Bozkûrt hat binçavkirin.