Li Amed û Êlihê lêgerîna wendahiyan

Li Amed û Êlihê lêgerîna wendahiyan

Çalakiyên şemiyê ku di pêşengiya Xizmên Windayan û ÎHD'ê yên Êlih û Amedê de pêk tên, di hefteya 226'an de berdewam kir. Vê hefteyê li Amedê Çîroka Halîl Boran ê 18 sal berê li Aksaraya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat revandin hat xwendin. Li Êlihê jî çîroka Huseyin û İskender Sevim ên ji aliyê 15 kesên çekdar ve hatin revandin û 20 salin agahî jê nayê girtin hat xwendin.

Çalakiyên şemiyê yên xizmên windayan û ÎHD'ê di hefteya 226'an de li Êlih û Amedê berdewam kirin. Li Amedê di pêşengiya Xizmên windayan û ÎHD'ê de bi silogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" rêvberên ÎHD'ê û xizmen windayan li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de Serokê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan amade bûn. Xizmên windayan wêneyên windayan li ser pankartê rêz kirin û aqubeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de Racî Bîlîcî, diyar kir ku di hefteya 226'an de çalakiyên ji bo aqûbeta windayan bipirsin pêk tînin. Heta ku em encambê bistînin bêyî ku em biwestin û rawestin em dê çalakiyên xwe berdewam bikin. 

Nûnerê herêmê yê ÎHD'ê Şevket Akdemir jî silavên xwe ji Amedê şandin ji çlakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê û wiha got: "Rojên herî xweş rojên bê şer û bê pevçûn e. Em wekî ÎHD'ê li Tirkiyeyê li edaletê digerin. Piştre çîroka Halît Boran ê 18 sal berê hat windakirin hat xwendin. Sekreterê ÎHD'ê yê Amedê Abdulselam Înceoren, diyar kir ku Boran ji gundê Heregê yê Liceyê ji bo xebatê çû Stenbolê û li Aksarayê ji aliyê polîsan ve hat revanin û hat windakirin. Înceoren, ani ziman ku piştî Boran hat binçavkirin 8 roj şûnde di tevevîzyona Show TV de dîmenê wan hat weşandin û piştî ev dîmen hat weşandin malbatan serî li saziyên fermî dan. Înceoren, da zanîn ku ligel malbatê serî li rayedaran dan jî agahî bi dest nexistin. 

ÊLIH 

Weke her hefteyê li Êlihê jî b heman armancê rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û gelek kes amade bûn. Axaftina ewil Serokê ÎHD’ê ya Şaxa Êlihê Osman Kunteş kir. Kunteş, diyar kir ku ji bo kesê di salên 1990’î de hatine windakirin aqubeta wan bê aşkerekirin û faîlên wan bên darizandin ev hefteye 226’mîn e li qadan in û got xebatê wan ji bo gorên komî di domin. Kunteş, anî ziman ku ew careke din pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin destek dikin û da zanîn dê ew heta dawiyê bibin şopdarê pêvajoyê. Kunteş, anî ziman ku ew jî wek endamê Komîsyona Şopandinê li herema xwe di nav lêkolînan de ne û ew heremê çavdêr dikin.

Piştî Kunteş, rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Îlyas Ekîncî jî daxuyanî xwend û çîroka Huseyîn û Îskender Sevîm ên birayê hevin vegot. Li gorî ku dayika Huseyîn û Îskender Sevîm, Naîle Sevîm çîrokê ji ÎHD’ê re aniyê ziman Ekîncî jî wiha vegot: ''Di sala 1993’an de di meha Cotmehê de ji bo ku Huseyîn û Îskender biçin titûnê biçinin çûbûn nava zeviyê. Li gorî îfedayên şahidên buyerê saet li derdora 22.00’an ji aliyê kesên bi rûpoş û 15 kesên bi çek ve êrîşî ser zeviyê kirine û bi darê zorê zarokên min revandine. Li ser vê yekê min bûyerê ji Fermandariya Jendermeyan a Êlihê re ragihand û ji wan jî ekîbek hate ser zeviyan û lêkolînan kirin, lê heta niha tu agahî û aqubeta zarokên min diyar ne bûye. 20 sale ez êşa zarokên xwe dikişînim. Bi hêvî û bi hesreteka mezin çavên min li riya derî ne ku dîsa werin malê. Bila Serokwezîr Erdogan gotinan ne bêje bila gavên ber bi çav û erênî biavêje. Du kurê min ên ku beriya 20 salan ji aliyê 15 kesên bi çek ve hatin windakirin ji bo ku ez rewşa wan ji dewlet, hikûmet û edaletê çawa bînim ziman pir meraq dikim. Ger ku dewlet mezin be bila mezinbûna xwe bide nîşan, ger ku hikûmet jî bi hêz be bila hêza xwe bide nîşandan. Bila edalet xwe bide nîşandan û aqubeta zarokên j imin re bêje. Bila faîlan jî derbixin pêşberî dadger.” 

Piştî daxuyaniyê çalekiya rûniştina ya 5 deqîqeyan hate li darxistin û çalekî bi dawî bû.