Li Afrîka Navîn 3 leşkerên din ên NY ji ber destavêtinê ketin ber lêpirsînê
Li Komara Afrîka Navîn ku bi skandalên destavêtinê yên leşkerên Neteweyên Yekbûyî (NY) ket rojevê, 3 leşkerên din jî ketin ber lêpirsînê.

Nûnera NY Vannîna Maestraccî da xuyakirin ku der barê sê leşkerên di nava mîsyona NY ya li Komara Afrîka Navîn Mînûsca de wezîfedar in, ji ber destavêtinê lêpirsîn hatiye vekirin. Maestreaccî diyar kir ku ev leşker bi destavêtina li sê jinên ciwanan tên sûcdarkirin û anî ziman ku yek ji qurbanan, zarok e.
Di daxuyaniya nûnera NY de agahî nehat dayîn ku ev leşker ji kîjan welatî ne, lê li gorî çavkaniyên herêmî ev leşker welatiyên komara Demokratîk a Kongo (RDC) ne. Hat ragihandin ku bûyera destavêtinê di hefteyên bihurî de qewimiye û piştî ku malbatan serî li Mînûsca daye, aşkera bûye.
Beriya niha der barê 14 leşkerên Fransayê de, ji ber destavêtina li zarokên keç ên li Komara Afrîka Navîn lêpirsîn hatibû vekirin. Gelek leşkerên di nava mîsyona NY Mînûsca de cih girtin, bi heman sûcdariyan ketibûn rojevê. Herî dawî serkêşê Mînûsca Babacar Gaye di hefteya derbasbûyî de ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon ve ji wezîfeyê hatibû girtin. Li şûna Gaye dîplomatê ji Gabonê Parfaît Onanya-Anyanga hatibû wezîfedarkirin.
Der heqê Mînûsca de ku 12 hezar leşkerên NY lê wezîfedar in, ji ber 57 sûcdariyên cuda lêpirsîn hat vekirin. 11 ji van lêpirsînan ji ber sûcdariyên bikaranîna zarokan ji aliyê zayendî ve, hatibûn vekirin.