Li Afganîstanê êrîşa xwekujî: Herî kêm 25 kes mirin
Li Afganîstanê di encama êrîşeke xwekujî herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.

Li nêzî bajarê Host ê li ser sînorê Pakîstanê, bi wesayîteke bombebarkirî li dijî baregeha leşkerî ya bi navê Camp Chapman êrîşek hat lidarxistin. Di êrîşa ku herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan de, nasnameya qurbaniyan nehat aşkerakirin. Berpirsyariya êrîşa xwekujî heta niha kesî negirtiye ser milê xwe.
Rayedarekî payebilind ê herêmî diyar kir ku armanca êrîşê, yekîneyeke ewlekariyê ya beriya niha ji aliyê CIA ve hatibû perwerdekirin e. Rayedar bibîr xist ku li herêmê beriya niha êrîşên Talîbanê rû dane.
Ti agahî nehat dayîn ku li baregeha êrîş lê hat kirin, leşkerên biyanî hebûn an na.