Li paytexta Afganîstan Kabîlê, di êrîşa xwekujî ya li hemberî leşkerên NATO'yê de li gorî agahiyên destpêkê 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Talîbanê jî ragihand ku êrîş ji aliyê wan ve nehatiye kirin.
Hat ragihandin ku ji kesên di êrîşa xwekujî ya li hemberî leşkerên NATO yên li paytextê de jiyana xwe ji dest dan, 3 jê xebatkarên NATO yên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ne. Di êrîşa li semta Makroyan de zêdeyî 60 kes birîndar bûn.
Rayedarên Afgan îdîa dikin ku êrîş ji aliyê Talîban ve hatiye kirin, lê belê rêxistin van îdîayan red dike. Tê îdîakirin ku piştî mirina lîderê Talîban Molla Omer, bi hatina Aksar Mansûr re rêxistin hewl dide çalakiyên sansasyonel pêk bîne.
Di sala 2001'ê de piştî destwerdana koalîsyona bi pêşengiya DYA, rêxistina Talîbanê di serî de paytext Kabîl gelek herêm winda kiribû. Li vî welatî hînê 13 hezar leşkerên NATO û bi hezaran sivîlên bi peymanî wezîfeyê dikin, hene.
Di şerê 14 salan de bi hezaran leşker û endamên Talîbanê mirin. Di êrîşan de di asteke cidî de windahiya sivîlan çêbû. Bi tenê di 6 mehên destpêkê yên îsal de 1.600 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 3 hezar 330 sivîl jî birîndar bûn.