Li Afganîstanê di nava 4 mehan de 260 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Li Afganîstanê, ji ber şerê dijwar ê navbera Talîban û yekîneyên artêşê, bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.
Li Afganîstanê, ji ber şerê dijwar ê navbera Talîban û yekîneyên artêşê, bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di çar mehên destpêkê yên îsal de zêdeyî 37 malbat di nava welêt de bûn penaber.
Li gorî raporên NY, ji ber şerê li Afganîstanê, hejmara mirovên neçar man ji herêmên şer birevin herêmên cuda, 385 hezar e. Ji sedî 61 ê ji van zarok in. Li gorî sala 2014'an ji sedî 96 zêde bûye.
Bi dijwarbûna şer re di nava çar mehên destpêkê yên salê de 37 hezar 294 malbatan ji herêmên çiyayî koçî herêmên din kirin.
Tê gotin, hejmara yên koç kirine 260 hezar e. Hejmara giştî ya mirovên li nava welêt ji cih û warên xwe bûne jî 1,2 mîlyon e. Di raporan de hat ragihandin, ku ev mirov alîkariyeke gelekî kêm ji NY werdigirin.
Talîban a di sala 2001'ê de bi destwerdana NATO û NY re gelekî qels bû, di salên dawî de kontrola bi dehan herêmên biçûk xist destê xwe. Talîbanan di meha bihurî de dest bi êrîşên bi navê 'operasyona biharê' kiribûn.