Li Îranê ji ber lehiyê bi dehan kes mirin
Li Îranê ji ber barana zêde lehî rabû, bakurê welêt di bin avê dema. Gelek kes jî li ber lehiyê ketin û mirin, gelek ziyana maddî çêbû.
Li Îranê ji ber barana zêde lehî rabû, bakurê welêt di bin avê dema. Gelek kes jî li ber lehiyê ketin û mirin, gelek ziyana maddî çêbû.
Ev bi rojane ku li Îranê bê navber baran dibare. Ji ber barana zêde roja şemiyê li eyaletên Gulistan, Xoresan, Mazenderan, Kuzistan, Gilan, Şîraz, Loristanê gelek bajar di bin lehiyê de man. Li gorî çavkaniyên herêmî heta niha 43 kes li ber lehiyê çûne û jiyana xwe ji dest dane. Lê belê hêj bîlançoyeke fermî nehatiye eşkerekirin. Li gorî agahiyan dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.
GELEK GUND DI BIN AVÊ DE MAN
Hate ragihandin ku li gelek deverên bejahiyê elektrîk hatiye birîn û pirsgirêka ava vexwarinê derketiye.
Rayedaran ragihand ku elektrîka 40 gundan hatiye birîn.
Li Şîraz herî kêm 11 kes, li Loristanê jî herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest daye û rêya gelek gund û bajarokan hatiye birîn.