Li Îranê bi mezinahiya 4,8 pileyê erd hejiya

Li Îranê siharê di saet 05.16’an de bi pileya 4,8 erd hejiya.

ERDHEJ

Li gorî daneyên Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê, erdheja bi mezinahiya 4,8 ku navenda wê navçeya Germser a girêdayî eyaleta Simnan e, li gorî dema herêmî di saet 05.16’an de qewimî.

Hat ragihandin ku erdheja li paytext Tehranê jî hatî hîskirin, 11 kîlometre di kûrahiyê de çêbûye.