Li Çînê şopa 541 milyon salî hate dîtin

Li Çînê şopa heywanan a berî niha bi 541 milyon salî hate dîtin.

Şopa heywanan a li Çînê hate dîtin, şopa herî kevn a li cîhanê ye.

Li gorî lêkolîna ku li kovara Science Advancesê hate weşandin, şopa hatiye dîtin şopa herî kevn e  ku heta niha hatiye dîtin û bûye fosîl.

Şopa heywanan li neqeba Yangtse ya li başûrê Çînê hate dîtin. Lêkolînerê Akademiya Zanistiyê ya Çînê Zhe Chen ji AFP'ê re axivî û got, "Emrê tehtê ku fosîl di nav de ye, 551 heta 541 milyon salî ye."

Şopa herî kevn a beriya niha hatibû dîtin, 530 heta 540 milyon salî bû.

Lêkolîneran nekarîn tespît bikin bê ev şopa biçûk a kîjan heywanî ye. Hate ragihandin ku heywanê şopa wî hatiye dîtin, li cihê ku şop lê çêbûye nemiriye. Li wê derdorê fosîlê heywaneke ku li şopê tê nehate dîtin.

Zhe Chen got, "Yekane tişta ku mirov dikarin xeyal bikin, şopa sîmetrîk a ji du aliyan e."