Li 9 navendên Rojava 27’ê Mijdarê hate pîrozkirin
Li 9 navendên Rojava 27’ê Mijdarê hate pîrozkirin
Li 9 navendên Rojava 27’ê Mijdarê hate pîrozkirin
Li bajarên Amûdê, Dêrik, Qamişlo, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Kobanê, Heleb, Efrîn û Serêkaniyê bi munasebate 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê şahî hatin lidarxistin.
TIRBESPIYÊ
Saziya Çand û Hunerê ya bajarê Tirbespiyê bi beşdarbûna sedan kesî li avahiya naveda çandê şahî lidar xist. Di şahiya ku bi rêzgirtinê destpê kir de Serokê Meclîsa Gel a Tirbespiyê Nûreldîn Şakir axivî û pêşeng PKK'ê ên jiyana xwe jidest dane, bibîr anîn.
Di şahiyê de peyamên pîrozbahiyê yên SZK'ê, Saziya Nûrî Dêrsimî, Saziya Malbatên Şehîdan û PYD'ê hatin xwendin. Di peyaman de roja damezirandina PKK'ê hate pîrozkirin û li ser rola PKK'ê ya di pêşxistina siyaseta gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê de hate rawestîn.
Şahî bi stran û govendên koma Şehîd Xebat, koma Şehîd Şervan, koma Şehîd Sebrî û koma Şehîd Elwan û govendê û diruşmeyan bidawî bû.
HELEB
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî Tevgera Ciwanên Şorşer şahîyek lidar xist. Şahî bi tevlîbûna sedan ciwanan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Kordînesyona TEV-DEM'ê Gulan Kawa axivî û bal kişand ser rola PKK'ê di pêşxistina gelê kurd de. Gulan Kawa hemû şehîdên tekoşîna azadiya gelê kurd bi bîra anîn.
Di şahiyê de endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Zagros axivî û 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li hemû gelê kurd û mirovahiyê pîroz kir. Zagros, da zanîn ku gelê kurd bi ked û berxwedana şehîdên PKK'ê gelek destkeftî bidestxistine û hîn bidest dixin.
Şahî bi govendên Koma Şehîd Zehredîn û diruşmeyên ciwanan bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ
Li Dirbêsiyê jî bi sedan kes tevlî şahiya ku ji aliyê Saziyên sivîl ên bajêr hatibûn orgenîzekirin bûn. Şahî li ber navenda Tevgera Ciwanên Şorşger a Dirbêsiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên Partiya Çep a Kurd, YPD, TEV-DEM û YPG'ê ji hatin vekirin.
Di şahiyê de Serokê Meclîsa Gel a Dirbêsiyê Numan Erebo axivî û 27'ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû gelê kurd pîroz kir. Erebo, da zanîn ku şoreşa li Rojava li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan îro gelek destkeftî bidest xistine.
Di şahiyê de li ser navê sazî û dezgehên civakî yên sivîl peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin, her wiha li ser navê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mehmûd Osê, li ser navê YPG'ê Beşîr Mardînî û li ser navê SZK'ê Mîdya Hesen axaftin hatin kirin. Di axaftinan de damezirandina PKK'ê li hemû gelê Kurdistanê hate pîrozkirin. Di şahiyê de Peyama Kampa Panaberan a Şehîd Rustem Cûdî jî hate xwendin. Di peyamê de damezirandina PKK'ê û şoreşa Rojava li hemû gelê kurd hate pîrozkirin.
Di şahiyê de Helbestvanê Kurd Ferhadê Merdê gurzek helbestên li ser şehîdan û tekoşîna gelê kurd pêşkêş kir. Her wiha Koma Zîlan stran pêşkêş kirin. Welatiyan ku li ber stranan xelekên govendê gerandin bi diruşmeyan dawî li şahiya xwe anîn.
DÊRIK
Li bajarê Dêrikê bi sedan kes li ber navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer hatin cem hev û şahî lidar xistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger axaftin hatin kirin. Di axaftinan de salvebera damezirandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû Kurdistanê hate pîrozkirin.
Şahî bi staran Koma Cûdî heta setên êvarê dom kir. Beşdarên ku xelekên govendê gerandin bi diruşmeyên "Bijî Seroka APO" û "Bijî PKK'ê" dawî li çalakiya xwe anîn.
Li herêma Koçerat a Dêrikê jî bi sedan kes li gundê Xana Serê hatin cem û şahî lidar xist. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên berê hatin guhdarkirin. Di şahiyê de helbestên li ser PKK'ê ji aliyê zarokan ve hatin xwendin. Di berdewama şahiyê de welatiyan xelekên govendê gerandin û stran gotin.
Welatiyên ku tevlî şahiyê bibûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn, her wiha alên YPG/YPJ hildabûn û bê navber diruşeyên "Bijî Serok APO" û "Pijî berxwedana PKK'ê" berz dikirin. Şahî heta saetên êvarê dom kir.
KOBANÊ
Li Kobanê jî bi sedan kes li tevlî şahiya ku li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin bûn. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê YPG'ê, Saziya Malbatên Şehîdan û Yekîtiya Star axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku damezirandina PKK'ê bû ye cejna vejîna gelê kurd. Her wiha di axaftinan de hate gotin ku şoreşa li Rojava îro hêmanên xwe ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wergirtiye. Şahî bi stran, şano û govendên Koama Navenda Çand û Hunerê ya Xurxurê û Koma Ciwanên Şoreşger û Koma Baqî Xido bi dwî bû.
AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê jî bi sedan kes tevlî şahiya ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ve hatibû orgenîzekirin bûn. Şahî li navenda Hûrî bi rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de Posterên Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan û alên kurdî vekiribûn. Her wiha jinan bi cilên xwe yê netewî şahî xemilandibûn.
Şahî bi stran, govend û şanoyên komên Agrî, Şehîd Îsmaîl û Şehîd Goran dom kir. Piştî şahiyê welatî tevlî meşa bi mişele ku ji aliyê tevgera ciwanên Şorşger hatibû orgenîzekirin bûn. Meşa ciwanan ji ber navend Çend û Hunerê ya Hûrî destpê kir. Ciwanên ku fîşekên hewî davêtin, bê navber diruşmeyên "Pijî Serok APO", "Bijî PKK'ê" berz dikirn li piraniya kolanên bajêr geriyan. Ciwan piştî meşê li ber navenda Ciwanên Şorşger kombûn. Li vir Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şorşger Egîd Tolhildan axivî û salvegera damezirandina PKK'ê û şoreşa Rojava li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclan û hemû gelê kurd pîroz kir. Her wiha endama Kordînesyona Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Zîlan Semîr axivî û salvegera damezirandina PKK'ê li hemû gelê kurd pîroz kir.
Piştî axaftinan ciwanan bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.
SERÊKANIYÊ
Li bajarê Serêkaniyê şervanên YPG/YPJ'ê yên li gundên Til Xenzîr û Xirbet Benat şahî lidarxistin. Şervanên YPG/YPJ'ê stran gotin û govend gerandin her wiha şêranî li gundiyan belav kirin.
EFRÎN
Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeyên Şêrawa û Cindêrisê yên Efrînê şahî û meş lidar xistin. Li Cindêrisê ciwanan meşek bi meşaleyî ji kolana 16'an da destpêkirin. Ciwanên ku bênavber diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" berz kirin, heta navenda YPG'ê ya meşiyan. Li vir ciwana sînevizyonek li ser dîroka PKK'ê pêşkêş kirin û piştre li ber stranan govend gerandin.
Li gundê Gozeleyê yê navçeya Şêrawa jî ciwanan şahjî lidar xist. Şahiya ciwanan bi tevlîbûna sedan kesî heta derengiya şevê bi stran û govendan dom kir.