Li 9 kesan 67 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Li 9 kesan 67 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Li 9 kesan 67 sal cezayê girtîgehê hat birîn
7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li 9 kesên di 8'ê cotmeha 2011'an li Êlihê bi idîaya endamên DYG'ê ne hatin binçavkirin û girtin 67 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birî.
Rûniştina doza 11 kesên di 8'ê cotmeha 2011'an li Êlihê bi îdîaya endamên Ciwanên Welatparêz û Demokratîkin (DYG) hatin binçavkirin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêkhat. Di rûniştinê de kesên girtî Azîz Taşkin, M. Şafî Taş, Suleyman Oztoprak, Abdurrahman Akçîl, Muhyettîn Işik, Firat Boral, Nîzam Arzik û Servet Îspîr û parêzerên wan amadebûn.
Piştî tesbîta nasnameyan kesên girtî bi riya werger bi kurdî parastinkirin û sûcdarî qebûl nekirin û daxwaza tahliyeya xwe kirin. Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê biryara xwe da. Heyeta dadegehê ji Azîz Taşkin, Adnan Oner, M. Şafî Taş û Suleyman Oztoprak re ji her yekî re 6 sal û 3 meh, ji Abdurrahman Akçîl re 7 sal û 4 meh, ji Muhyettîn Işik, Nîzam Arzik, Servet Îspîr û Firat Boral re jî ji her yekî re 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da û biryara girtina wan bidome da.
Heyeta dadgehê derbarê Mehmet Şîrîn Ugran de biryara talûqkirina lêpirsînê û ji Vedat Aker jî re biryara beratê da.