Li 60 ji 96 bajarên Fransayê ji ber ziwayiyê pirsgirêka avê heye
Li Fransayê ku germek zêde lê heye, ji ber ziwayiyê li gelek herêman xizmetên avê kêm bûn. Li 60 ji 95 departmanan, rêjeya ava bê dayîn hat kêmkirin.

Ji ber germa ku hefteyên bihurî gihîşt 40 pileyî, di nava hefteyê de xwe gihand 35 pileyî û ji ber ziwayiya piştî vê germê rû da, pirsgirêka avê heye. Li hemû bajarên (departman) herêmên Pays de la Loire, Poitou-Charentes, Aquitaine, Centre, Bourgogne û Auvergne av bi awayekî kontrol tê dayîn. Departmana Aîn a li herêma Rhône-Alpes ne di nav de, li hemû departmanên din av hat qutkirin.
Der barê rêjeya ava bê qutkirin de biryara Waliyên her bajarî bi bandor e. Hat ragihandin ku qutkirina avê di 4 dereceyên cuda de tên nirxandin.
Li gorî nexşeya ji aliyê Wezareta Hawirdor û Ekolojiyê ya Fransayê ve hat weşandin, li 28 departmanan alarma 'krîzê' hat dayîn û 11 departman jî di kategoriya 'hişyariya tund' de ne. Hemû departmanên av li ser tê qutkirin li herêmên navîn, rojava, bakurrojhilat û rojhilat in. Bi tenê li departmanên li bakur, li hin departmanên li peravên Derya Spî û li Korsîkayê alarm nehat dayîn.
Ji ber germa zêde tê gotin ku li qadên daristanî bi taybetî li herêmên Rhone-Alpes, Bourgogne û Aquitaine bölgeleri, tevî bajarê Landesê rîska şewata li daristanan zêde ye. Li van herêman alarm li hemberî şewatê hatiye dayîn.