Li 3 eniyên Kobanê şer û pevçûn didomin
Li 3 eniyên Kobanê şer û pevçûn didomin
Li 3 eniyên Kobanê şer û pevçûn didomin
Li Kobanê li hemberî êrîşên çeteyan ji 15’ê Îlonê vir ve danê destpêkirin berxwedana dîrokî ya gel û şervanên YPG/YPJ’ê didome.
Li Kobanê ku şer 3u pevçûn ketin di roja 17. de duh bi tevahiya şevê şer û pevçûnan li eniyên rojava, rojhilat û başûr dewam kirin. Li başûrê Kobanê gundê Gulmetê şer û pevçûnên duh bi şev di navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ de destpê kirin hîn bi hemû dijwariya xwe didomin.
Li rojavayê Kobanê gundê Şêran şervanên YPG’ê wesayîteke aîdî çeteyên DAIŞ li gel 7 çeteyên têde îmha kir.
Li gel vê çeteyên DAIŞ di saetên şevê de li gundê Halînc ê rojhilatê Kobanê ji 3 aliyan ve êrîş pêk anîn. Şer û pevçûnên li ser bersiva hêzên YPG’ê dijwar bûn, hîna dewam dikin û hat diyarkirin ku bi dehan çete hatine kuştin.
Şervanên YPG’ê li başûrê Kobanê jî derdora seat 10.25’an doçkayek 23 ya çeteyên DAIŞ’ê rûxand.
Li eniyên rojava, başûr û rojhilat şer û pevçûnên giran berdewam dike.