Li 10 navendan salvegera damezirandina PKK'ê hat pîrozkirin

Li 10 navendan salvegera damezirandina PKK'ê hat pîrozkirin

Bi minasebeta 35'emîn salvegera Damezirandina PKK'ê li 10 navendan şahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiya avakirina PKK'ê de bi hezaran welatî daketin kolanan û govend gerandin. Li Şirnex, Cizîr, Hezex, Sîlopî, Dêrik, Mêrsîn, Gimgim, Bazîr, Payizava û Dîgorê bi hezaran kesan 27'ê Mijdarê pîroz kir. Di pîrozbahiyên Şirnex û Cizîrê de polîsan mudaxale kir.

MÊRDÎN
Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê bi minasebeta 35'emîn salvegera avakirina PKK'ê li qada taxa Cevîzpinarê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de endam û rêveberên BDP'ê, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din jî amade bûn. Li Qadê alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û qadroyên pêşeng Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Kemal Pir, Hayri Durmuş, Sakine Cansiz, Zeynep Kinaci û Akif Çiçek hatin vekirin. Dîsa alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Komê bê navber siloganên "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" û "Cejna Vejînê Pîroz Be" gotin. Di şahiyê de Hevserokê BDP'a Dêrikê Adîl Aktaş jî anî ziman ku 27'ê Mijdarê ji bo wan roja vejînê ye. Pîrozbahî bi fîşekên hewayî bi dawî bû.
 

ŞIRNEX

Li Şirnex û navçeyên Cizîr, Sîlopî û Hezexê jî bi heman armancê bi hezaran welatî daketin kolanan û 27'ê Mijdarê pîroz kirin. Li taxa Nurê bi hezaran welatî li hev kom bûn û bi silogonên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwdena YPG'ê" pîrozbahî pên anîn. Di şahiyê de alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  vekirin. Piştî ciwanan rê girtin, polîsan jî bi bombeyên gazê mudaxale kir. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da polîsan. Pevçûnê heta derengê şevê berdewam kir. Serê sibê welatî neçûn ser kar û ji bo îro saet di 14.00'an de li taxa Nûrê pîrozbahiyê pêk bînin amadekarî hat kirin.

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî bi heman armancê girseya ku li Navenda Çandê ya Laleşê kom bûn û pîrozbahî pêk anîn.Li vir jî endam û rêveberên BDP'ê û endamên Meclisa Şaredariyê amade bûn. Girsê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin vekirin. Piştî axaftginan sînevîzyona der barê PKK'ê de hat temaşekirin. Pîrozbahî bi siloganên "Bijî serok Apo", "Ocalan" û "Şehid namirin" bi dawî bû.

Li lûtkeya çiyayê Cudî jî bi fîşekên hewayî pîrozbahî pêk hat.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê bi hezaran welatî li taxa Atakentê kom bûn û pîrozbahî hat lidarxistin. Li vir ji heman poster, hemkan silogan û heman al hebûn.

POLÎSAN Lı ŞIRNEXÊ MUDAXALEYÎ PÎROZBAHIYÊ KIR

Li taxa Yeşilyurtê ya Navenda Şirnexê jî bi heman armancê şahi hat lidarxistin. Di şahiyê de endam û rêveberên BDP'ê, û gelek welatî amade bûn. Li vir jî heman poster, al hatin rakirin û heman silogan hatin gotin. Di şahiya ku hunermendên koma Çandê ya Cudî stran gotin de fîşekên hewayî hatin avêtin. Polîsan li vir bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî
pîrozbahiyê kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û bombeya deng bersîv da polîsan. Di mudaxaleya TOMA ya bi ava şid de zarokek birîndar bû.

MÊRSÎN

Li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê jî di pêşengiya BDP'ê de girseya ku li ber Nûnertiya BDP'ê ya Kurdalî kom bû, pîrozbahî pêk anî. Li vir jî pankart, poster û al hatin vekirin û siloganên dilsaziya PKK'ê hatin berzkirin. Ciwanan li vir Çerxa Şoreşê xwendin û heta derengê şevê pîrozbahî pêk anîn.

GIMGIM

Li navçeya Gimgimê jî bi heman armancê pîrozbahî hat lidarxistin. Li gundên Baskê û Reqasa yê navçeya Gimgimê bi tevlêbûna welatiyên gundên cîran ên Dadîna, Gundêmîra, Gomagorgo, Înalî û hunermendên Mordemê pîrozbahî pêk hat. Di pîrozbahiya li gundê Reqasa de jî welatiyên ji gundên cîran ên Leylek, Dapak, Sigira, Muzura hatin li vir pîrozbahî pêk anîn.

PAYIZAVA

Li Navçeya Payizava ya Wanê jî bi heman armancê di pêşengiya BDP'ê de pîrozbahî pêk hat. Ciwanên ku li ber avahiya BDP'ê Payizava kom bûn, bi siloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Silav silav ji îmraliyê re hezar silav" meşiyan. Kom piştî meşê hatin qada navçeyê û li vir Serokê BDP'a Payîzava Necdet Koç daxuyanî da. Pîrozbahnî bi fîşekên hewayî bi dawî bû.

DÎGOR

Li Bajaroka Pazarcikê ya Dîgora Qersê jî bi heman armancê şahiyek pêk hat. Li qada şahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egit) û Gulnaz Karataş (Beritan) hatin vekirin. Dîsa alên PKK, HPG û KCK'ê hatin vekirin. Endam û rêveberên BDP, HDP, DOKH, MEYA-DER'ê jî tev li şahiyê bûn.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi heman armancê di pêşengiya ciwanên YDG-H'e de pîrozbahî pêk hat. Pîrozbahî li ber Lîseya Savaş Ay a Taxa Ehmedê Xanî pêk hat. Li vir jî endam û rêveberên BDP'ê û endamên meclisa şaredariyê tev li pîrozbahiyê bûn. Komê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" qêriyan. Pîrozbahiyê bi fîşekên hewayî heta derengê şevê berdewam kir.