Leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ’ê di heman kareyê de ne
Leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ’ê di heman kareyê de ne
Leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ’ê di heman kareyê de ne
Li gundê Merdîsîmêl ê li sînorê Kobanê li hemberî qereqola Tirkan çeteyên DAIŞ’ê hewan û doçkayên xwe bi cih kirine û êrîşî Kobanê dikin. Liv û tevgerên çeteyên ku bi awayek3ı rehet tevdigerin û rûyên wan jî tê xuyakirin, 2 wesayît û 6 çete û wesayîta leşkerî ya Tirkan di heman kareyê de tên dîtin jî balê dikişîne.
Li rojhilatê Kobanê şer 3u pevçûnên di navbera YPG û çeteyên DAIŞ’ê de didomin, li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê li hemberî qereqola Tirkan hewan û doçkayên xwe bi cih kirine û êrîşan pêk tînin. Çeteyên ku li qereqola hemberî gundê Merdîsîmêl ê Pirsûsê bi cih bûne bi awayekî rehet tevdigerin.
Rûyên çeteyan jî bi rehetî tê dîtin di bin rêya hesin bi cih bûne û cebilxaneyê jî li ber çavên leşkerên Tirk teqwiye dikin û bi hewanan êrîşî Kobanê dikin. Hemû liv û tegera çeteyan tên dîtin.
Di wêneyan de wesayîtên hummer û tankek ji aliyê YPG/YPJ’ê ve hatiye derbkirin jî tê dîtin, wesayîta leşkerên Tirk, wesayîtên DAIŞ’ê û 6 çete jî di heman kareyê de tên dîtin.
Dîsa di xeta sînor de gelek çete li hin nuqteyan tên dîtin û li dora rêya hesîn jî li hin nuqteyan nobetê digirin. Ev liv û tevgera navborî bi rojan e li gundê Merdisimêlê li ber girê ku leşkerên Tirk hatine bicihkirin pêk tê.