Leşkerên Tirk Kurdekî Rojavayî qetil kirin

Leşkerên Tirk Kurdekî Rojavayî qetil kirin

Hat ragihandin ku leşkerên Tirk li Taxa Şenyurt a girêdayî Qosera Mêrdînê ji 3 Rojavayiyên dema xwestin sînor derbas bikin ji aliyê leşkeran ve hatin girtin Ciwan Behcet bi lêdanê hat qetilkirin û leşkeran cenaze ji têlên sînor avetine aliyê Rojava.

Li gor nûçeya DÎHA Ciwan Behcet, Meshut Îsmaîl, û Xidvan Emîn ên ji gundê Qerman ji Kantona Cizîrê ya Rojava xwestine biçin cem xizmên xwe yên Mêrdînê. Ji her sê welatiyan Ciwan Behcet dema sînor derbas kiriye ji aliyê leşkeran ve bi lêdanê hat qetilkirin.

Li gor agahiyên hatine wergirtin, her sê welatî duh êvarî ji Karadogan a girêdayî Şenyurt xwestine sînor derbas bikin. welatiyên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin rastî lêdana leşkeran hatine. Ji ber lêdanê welatiyê bi navê Ciwan Behcet jiyana xwe ji dest da, Meshut Îsmaîl û Xidvan Emîn jî bi giranî birîndar bûn.

Li gor îdîayan Behcet ji aliyê leşkeran ve bi lêdanê hat qetilkirin û leşkeran cenazeyê wî û her du kesên birîndar ji ser têlên sînor avêtine Rojava.

Îsmaîl Hesen ê agahiya mirina xwarziyê bihîst, diyar kir ku xwarziyê wî ji bo kurê xwe yê 8 meh in bi kansera xwînê ketiye, pereyan ji gel bavê xwe yê li Sûriyeyê bîne hatibû. Hesen got ku xwarziyê wî duh bi şev saet 01.00 dema ji bo bê Mêrdînê xwestiye di sînor re derbas bibe ji aliyê leşkerên Qereqola Hidûd a Şalî ve hatiye girtin û got, "Piştî li ser sînor gelekî li wan dane, kincên wan jêkirine û ji ser têlan avêtine. Di dema lêdanê de Ciwan ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest da. Yê Meshut jî serî wî û milê wî şkestiye. Xidvan jî ji ber derbên xwarinê hê li nexweşxaneya Dirbêspiyê  tedawiyê dibîne.”

Hesen got ku li sînor timî bi pirsgirêkên wiha re rû bi rû tên û kesên ji ber çeteyan direvin ji aliyê leşkerên Tirkan ve tên kuştin.