Leşkerên Tirk êrîşî gundê Efrîn dikin

Leşkerên Tirk êrîşî gundê Efrîn dikin

Leşkerên Tirk êrîşî gundê Mele Xelîl a navçeya Cindêrisa Efrînê kirine û di encama berxwedana şervanên YPG᾿ê de pevçûn derketin.

Li gorî nûçeya ANHA, çavkaniyêkî ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kir ku leşkerên Tirk êrîşî gundê mele Xelîl a navçeya Cindêrisa Efrînê kirine. Di encama berxwedana şervanên YPG᾿ê li dijî êrîşê pevçûn di navbera herdû aliyan de rû da. Di encamê de leşkerên tirk neçar man ji ji gund  vekşin in.