Leşkerên Tirk agir bi sînorê Rojava xist: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Leşkerên Tirk agir bi sînorê Rojava xist: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Leşkerên Tirk agir bi erdên nêzî sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê xistin, di encamê de welatiyekî ji gundê Etbêyê herêma Aliyan a Tirbespiyê jiyana xwe jidest da û 3 birîndar bûn.

Leşkerên Tirk agir bi sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê xistin. Agirê ku li sersanserî herêma sînor nêzî 15 km belav bû gihişt gundên aliyan ên Etbê, Dêrna Axê û Xirab Reş. Di encama agir de bi qasî 1000 hiktar erdên Firaze şewitî û welatiyê 50 salî yê bi navê Ebdilqadir Umer ji gundê Etbêyê herêma Aliyan a Tirbespiyêjiyana xwe ji dest da, Nêçîrvan Kirho û Beşîr Riyad ji gundê Dêrna Axê, Segvan Remezan ji gundê Xirabê Reş jî birîndar bûn. Her wiha gelek zevî û bexçeyên gundiyan û sitûnên Eletrîkê jî şewitîn.

Şêniyên gundê Etbê diyar kirin ku leşkerên Tirk li berçavên wan agir berdane erdên gund. Mihemed zekî Osê jî diyar kir leşkeran agirê destpêkê di saet 01.00'ê nîvro de pêxistine. Piştî ku gundiya agir vemirandine leşkeran li ber çavên wan careke din agir berdane erdan.

Osê, diyar kir welatiyê bi navê Ebdilqadir ji bo kurê xwe ji agir rizgar bike di nava agir de mabû û wiha dewam kir: "Ebdilqadir di nav agir de li kurê xwe digeriya, ji têna agir çavên wî şewitî bûn, me ew ji nav agir kişan lê şewata wî pir giran bû û jiyana xwe jidest da."

Mihemed Salih Umer pismamê Ebdilqadir, kiryarên leşkerên Tirk şermezar kir û bang li rêxistinên navnetewî kir ku rê pêşiya van kiryaran bigrin.

Şêniyên gund diyar kirin ku leşkerên Tirk bi berdewamî van kiryaran dikin û berî çend rojan jî di dema çinînê de zeviyên welatiyan şewitandine.