Leşkerên Îranê kemîn danîn pêşiya gundiyan: 2 birîndar
Leşkerên Îranê kemîn danîn pêşiya gundiyan: 2 birîndar
Leşkerên Îranê kemîn danîn pêşiya gundiyan: 2 birîndar
Li herêma Şehîdan a Rojhilatê Kurdistanê, leşkerên Îranê kemîn danîn pêşiya gundiyan, 2 gundî birîndar kirin, 10 heywanên wan kuştin û 6 heywan jî revandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, bûyer roja 6'ê Hezîranê saet di 03.30 de li herêma Geliyê Delîlokê yê Şehîdan rû da. Leşkerên Îranê kemîn danîn pêşiya gundên ji vê herêmê derbas dibûn. Di encama êrişa leşkerên Îranê de ji gundê Matexirpe Mûsazade Selmasa Û ji gundê SîcÎ Ferzende Selmasa birîndar bûn.
Di êrişê de her weha 10 heywanên gundiyan telef bûn, 6 jê jî leşkerên Îranê desteser kirin.