Leşkerê DYE li komkujiyê mikur hat, ji darvekirinê rizgar bû
Leşkerê DYE li komkujiyê mikur hat, ji darvekirinê rizgar bû
Leşkerê DYE li komkujiyê mikur hat, ji darvekirinê rizgar bû
Leşkerê Emerîkî yê ji ber komkujiyeke sivîlan a li Afganîstanê dihat darizandin, li xwe mikur hat. Tevî ku ji kuştina pirraniya wan zarok 16 sivîlan berpirsyar tê dîtin, tê gotin ku leşker Robert Bales ji cezayê darvekirinê rizgar bûye.
Parêzerê leşker Bales agahî da qenala BBC û got, muwekîlê wî di encama lihevkirina bi dozger re, bi mikurhatina li xwe, wê ji cezayê darvekirinê xelas bibe. Parêzer ragihand, ku muwekîlê wî, dê di hefteya pêş de di rûniştina li dadgeha Washingtonê de bi awayekî fermî li xwe mikur were.
Di 11'ê Adara sala 2012'an de di komkujiyeke li eyaleta Kandaharê ya li başûrê Afganîstanê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji miriyan 17 jê jin û zarok bûn. Leşkerê Emerîkî Robert Bales bi kuştina 16 sivîlên li vê komkujiyê û bi 7 bûyerên êşkencê dihat darizandin. Tê gotin, ji niha ve diyar e ku dadgeh wê cezayê muebetê nede sûcdar.