Leşkerê bi guman hat kuştin, li Dêrsimê hat definkirin

Leşkerê bi guman hat kuştin, li Dêrsimê hat definkirin

Ciwanê Dêrsimî Mahsum Yap yê li Tugaya Piyade ya 54’emîn Mekanizeyê ya Edîrneyê leşkerî dikir bi awayekî şik kuştî hat dîtin. Malbata Yap piştî merasima olî ya Cemxaneyê li Goristana Demirkapî definkirin.
2 roj berê ciwanê Kurd ê Dêrsimî Mahsum Yap ku li Tugaya Piyade ya 54’emîn Mekanizeyê leşkerî dikir di encama lêxistina makînê de jiyana xwe ji dest da. Hat îdİakirin ku maşînê bi qezayê li Yap xistiye û jiyana xwe ji dest daye. Yap ku 6 meh bûn leşkerî dikir, ajokarê Fermandariya Tugayê lê xist Yap piştî ket bin erebeyê jiyana xwe ji dest da. Yap ku ji Dêrsimê ye anîn Dêrsimê. Malbata Yap cenazeyê kurê xwe anîn Dêrsimê û dê li Dêrsimê defin bikin. Piştî rapora otopsiyê ya Stenbolê cenazeyê Yap bi balafirê anîn Balafirgeha Xerpêtê. Malbatê cenazeyê xwe wergirtin û anîn Cemxaneyê. Malbatê merasima leşkerî nekirin piştî merasîmên li Cemxaneyê li Goristana Demirkapi defin kirin.