Leşkeran dor li Deriyê Sînor ê Bajêrgehê girtin
Leşkeran dor li Deriyê Sînor ê Bajêrgehê girtin
Leşkeran dor li Deriyê Sînor ê Bajêrgehê girtin
Piştî li navçeya Reyhanli ya Hatayê êrîşa bombeyî pêk hat Deriyê Sînor ê Bajêrgeh ji wesayîtann re hate girtin û deriyê sînor di bin dorpêça leşkeran de ye. Welatiyên li herêmê jî nerazîbûneke tund nîşanî vê yekê dan.
Li gorî nûçeya Dîha'yê, Deriyê Sînor ê Bajêrgeh ê ku 40 kîlometre ji Geverê dûr e û têkiliya Tirkiye û Îranê pêk tîne di asata neyê bikaranîn e. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di 31'ê cotmeha 2012'an de li Rîzeyê got, "Hikûmet dibe ku nezane çaya qaçax ji ku derê tê lê ez bêjim; Çaya qaçax ji Deriyê Sînor ê Bajarêgeh tên Birêz Serokwezîr." Piştî vê axaftinê li Deriyê Sînor ê Bajêrgeh çay, şekir, birinç û 57 madeyên din ên gida hatin qedexekirin. Ji ber vê yekê 20 hezar kesên bazirganiya bawolê dikirin bê kara man.
Disa Rojnamegerê Rojnameya Cumhuriyet Atîlla Taşçi di nûçeya raporên mufetîşan jî cih dayê de wiha got; "Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Hayatî Yazici got, 'Em destûrê nadin tu kes bazirganiya dijzagonî bike. Em teqez destûrê nadin nelirêtiyê û bêhiqûqiyê' Deriyê Sînor ê Bajêrgeh ji înîsiyatîfa rêxistinê re hatiye hiştin, rêxistin li vir hem bazirganiyê dike û hem jî propagandayê dike. Li gorî raporên mufetîşan li qada gumrukê qala tirk daxistin ala rêxistinê daliqandin." Piştî vê nûçeyê û êrîşa li Reyhanliyê li qada gumrukê nokteya lêgerînê ya leşkeran hat avakirin û welatiyên bazirganiyê dikin bertek nîşanî vê yekê dan. Hate ragihandin ku di nokteya lêgerînê de ji welatiyan re zehmetî tên darixistin.
Esnafê bi navê Kadîr Buyuksu, anî ziman ku piştî teqîna li Reyhanliyê li Deriyê Sînor ê Bajêrge derbasbûyîn gelek zehmet bûye û derî di bin dorpêça leşkeran de ye. Buyuksu, anî ziman ku bi bazirganî û ragihandina rêvîngan re eleqeder dibe û wiha got: "Piştî pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hate destpêkirin dewleta tirk dixwaze me di bin dorpêç de bigire. Ligel li deriyê sînor nokteya lêgerînê danîn hate em ji vir diçin Geverê em ji 3 nokteyên lêgerînê yên polîs, cendirme û tîmên taybet re derbas dibin."
Buyuksu, da zanîn ku li Deriyê Sînor ê Bajêrgeh û Îranê dimînin û derbasbûna wesayîtan hatiye qedexekirin û wiha axivî: "Em niha li sînorê Îranê ne dema nexweşekî me çêbibe em nikarin bibin Îranê. Derbasbûna me ya bi wesayîtan hatiye qedexekirin. Li Suriyeyê bombe diteqîn li vir ambargo pêk tê. Çi sûçê Bajêrgeh heye? Li her girî qereqolê tên çêkirin. Ez li vir bang li Erdogan dikim, bi qirêja siyaset destê ji gel kurd bikşîne. Kurd êdî nayên xapandin. Berê li vir leşker tunebûn lê niha gelek leşker anîne vir. Dibêjin dê bombe bê derbasbûyîn qedexeye. Erdogan tu heya duh dosê Esad bû çi çêbû niha têkiliya we xirab bû."