Leşkeran ciwanek bi giranî birîndar kirin
Leşkeran ciwanek bi giranî birîndar kirin
Leşkeran ciwanek bi giranî birîndar kirin
Leşkerên Qereqola Jendermeyan a Abali ku li ser rêya Amed-Bîngol bend danîne, bi sedema guh nedaye banga “ raweste” wesayîtek gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Muzaffer Gurul (23) ji serê xwe bi giranî birîndar bû.
Leşkerên Qereqola Abali (Korxa) yên li ser rêya Amed-Çewlikê bend danîn, kontrola wesayît û nasnameyan dikin, bi sedema guh nedaye banga “raweste” wesayîtek gulebaran kirin.
Welatiyê bi navê Muzaffer Gurul ê 23 salî ku bi wesayîta xwe di rê de diçû dema di kontrolan de nesekinî ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Gurul ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Welatiyên ji wesayîtên xwe daketin ku Gurul rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Licê, piştî tedawiya yekemîn rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle. Li gor agahiyên ku rayedarên nexweşxaneyê dan gule li serê Gurul ketiye.
Xizmên Gurul ragihandin ku ehliyeta wî tune bû û dibe ku ji ber vê nesekiniye.