Lêgerînên li nokteya Depînê hatin şermezarkirin

Lêgerînên li nokteya Depînê hatin şermezarkirin

Rêxistina BDP'ê û Saziyên sivîl ên civakî bi boneya lêgerîn û nokteya kontrolê ya li Pira Depînê şermezar bike çalakî pêk anîn. Komê piştî demekê meşiyan nêzî 40 deqîqeyan rê li trafîkê girtin.

Rêxistina BDP'ê û Nûnerên saziyên sivîl ên civakî ku ji parlamenter, rêveberên BDP'ê, pêk tê bi boneya lêgerîna polîsan a li ser Pira Depînê ya 7 kîlometre li dervê Colemergê ye şermezar bikin çalakî pêk anîn. Karwana ku ji nêzî 50 maşîneyên di nav de Parlamenter, rêveber, endamên meclisê yên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî KCD, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, endamên meclîsa şaredariyê û bajar jî hebûn heta Pira Depînê meşyan û piştre li ser Pira Depînê çalakî pêk anîn.

Komê bi camên maşîneyên xwe fotokopiyên nasnameyên xwe û dowîzên "Ji baldariya aştîxwazan re, Di Dipînê re bê pasaport derbas nebin" û "Aştî bi qereqolên nû pêk nayê" û "Em nokte û bêhnokan naxwazin" zeliqandin. BDP'iyan nêzî 40 deqîqeyî rê li trafîkê girtin û çalakî pêk anîn. Dema heyeta BDP'ê rê li trafîkê girt, karwana leşkerî ku ji 5 maşîneyan pêk dihat, li tenişta rê rawestiya. Gelek maşîneyên ku ji Gever, Çelê û Şirnexê dihatin jî piştgirî dan BDP'îyan. Reveberên BDP'ê li nokteya polîsan bi polîsan re axivin û liser armanca çalakiya xwe agahî dan polîsan.

Piştî çalakiyê Delegeyê KCD'ê yê Colemêrgê Mikail Atan diyar kir ku, armana wan piştî pêvajoya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriya demokratik daye despêkirin, balê bikşînin ser tundiya leşkerî û polîsan li Colemêrg û herême. Atan anî ziman ku, êdî nokteya lêgerînê ya Depînê vegerya ye îşkenceyê û xwest ev lêgerîn bi dawî bibe. Piştî çalakiya li ser rê li ser navê karwanê leborîna xwe ji welatiyên ku li ser rê asê man xwest û rê li trafîkê vekirin.

Karwan piştî çalakiyê dîsa vegeriyan bajar.