Le Pen çû, 'îmaja' partiya nîjadperest temam e!

Li Fransayê, lîderê berê û damezrînerê partiya nîjadperest a bi navê Eniya Neteweyî (FN) Jean-Marîe Le Pen, bi awayekî fermî ji partiyê hat derxistin.

Li Fransayê, lîderê berê û damezrînerê partiya nîjadperest a bi navê Eniya Neteweyî (FN) Jean-Marîe Le Pen, bi awayekî fermî ji partiyê hat derxistin. Li pişt derxistina lîderê nîjadperest ji partiyê, ku ji bo odeyên gazê yên di dema qirkirina Yahûdiyan de hatin bikaranîn digot, 'detay', stratejiya hilbijartinê ya keça wî Marîne Le Pen heye.

Jean-Marîe Le Pen, ku piştî lîderiya 40 salan a di nava FN de wezîfeya xwe di sala 2011'an de radestî keça xwe Marîne Le Pen kir, duh di civîna Desteya Dîsîplînê ya partiya xwe de, bi qasî 3 saetan lê hat guhdarîkirin. Di encama civînê de, biryar hat dayîn ku ji ber gotinên xwe yên nîjadperestî 'zerarê dide kar û îmaja partiyê' endametiya Le Pen bê betalkirin.

Gotinên Le Pen ên ji bo mareşal Phîlîppe Petaîn ê bi rejîma Nazî re hevkarî kiribû, bû sedem ku ji partiyê bê derxistin. Le Pen di 1987'an de qetilkirina Yahûdiyan di odeyên gazê de weke 'detayeke dîrokê' pênase kiribû û ev gotinên xwe îsal jî dubare kiribû. Lîderê berê yê partiya nîjadperest îdîa kiribû ku mareşal Petaîn ê piştî dagirkeriya Fransayê ji aliyê Naziyan ve hevkarî kiribû û rejîma Vîchy ava kiribû, 'ne xayîn' e.

Lê belê tê zanîn ku sedema esasî ya derxistina Jean-Marîe Le Pen ji nava partiyê, hewldanên FN û lîdera wê ya nû Marîne Le Pen ên ji bo hilbijartinê ye. 

Bi derxistina Jena Marîe Le Pen ji nava partiyê re, Marîne Le Pen û navê duyemîn ê partiyê Florîan Phîlîppot dixwazin, partiya xwe di nava hilbijêrên rastgir ên Fransayê de ji îmaja 'nîjadperestiyê' rizgar bikin.

Marîne Le Pen, piştî ku ji bo lîderiya partiyê hat hilbijartin, di hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2012'an de ji sedî 18 ê dengan stendibû û bûbû sêyemîn. Partiya wê di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de gelek şaredariyên mezin û biçûk qezenç kiribû. Her wiha di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê yên par de jî ji sedî 25 ê dengan stendibû û ji 74 kursiyan 24 kursî qezenç kiribû.