Kuştinên li ser sînor berdewam dikin

Kuştinên li ser sînor berdewam dikin

Leşkerên rejîma Îranê I devera Kêleşînê ya ser bi bajarê Şîno ya Rojhilatê Kurdistanê gule li komek sivîl barand û di encamê de kesê bi navê Ezîz Îskender jiyana xwe ji dest da û kesek din bi avê Mewlîd Bayiz jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatine bidesxistin, roja 19’ê nîsanê, roja înê leşkerên rejîma Îranê gule li komek Kurdên ku ji neçariyê bazirganiya li ser sînor dikirin reşand. Di encamê de Ezîz Îskeder ê ku 30 salî û bavê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha kesê bi navê Mewlîd Bayiz ê 40 salî jî di encama êrîşê de birîndar bû.