Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Kurê wê li Kobanê, ew li Pirsûsê di nav berxwedanê de ye

Kurê wê li Kobanê, ew li Pirsûsê di nav berxwedanê de ye

Dayika Mekiye ji bo kurê xwe yê di nava YPG’ê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike, di telefonê de bi stranan dibe destek. Kurê din ê dayika Mekiye 20 roj berê tevlî YPG’ê bûye.

Dayika Mekiye ya ji Êlihê ev 10 roj e di çalakiya nobetê ya li sînorê Pirsûsê li gundê Êlîzêr di nav berxwedanê de ye.

DU KURÊ WÊ TEVLÎ YPG’Ê BÛNE

Dayika Mekiye diyar kir ku piştî kurê wê bihistiye dayikê wê hatiye nêzî gund jê xwestiye ku hinek nêz bê û jêre di telefonê de stranan bêje. Kurekî din ê dayika Mekiye 20 roj berê tevlî YPG’ê bûye.

Dayika Mekiye diyar kir ku di telefonê de kurê wê her tim rewşa sînor dipirse. Dayika Mekiye ku ji Harunê Amedî ku 50 roj berê jiyana xwe ji dest da stranan distirê.

Dayika Mekiye bang li Kurdan kir ku namûs parastina Kurdistanê ye û divê her kes piştgiriyê bide Rojava.