KURDÎ-DER piştgiriyê dide kampanya ‘Nehat fêmkirin’
KURDÎ-DER piştgiriyê dide kampanya ‘Nehat fêmkirin’
KURDÎ-DER piştgiriyê dide kampanya ‘Nehat fêmkirin’
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê li avahiya navendî ya Amedê di 22-23'ê Hezîranê de civîna xwe ya giştî pêk anî. KURDÎ-DER'ê di civînê de pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin nirxandin û pirsgirêkên şaxên KURDÎ-DERÊ û kar û xebatên qada ziman nîqaş kirin.
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê li salona Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê civîna navendî pêk anî. Di civînê de serokên şaxên komeleyên KURDÎ-DER'ê yên ji bajar û navçeyan amade bûn. Di civîna ku 2 rojan berdewam kir de, pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û rewşa xebatên Şaxên KURDÎ-DER'ê hatin nirxandin. Di dawiya civînê de biryar û pêşniyarên ku ji aliyê lijneyê ve hatin kirin bi encamnameyekê ji raya giştî re hatin ragihandin wiha ne:
"1-Delegasyona lijneyê piştgiriyê dide pêvajoya aştî û çareseriyê, ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
2-Delegasyona lijneyê biryar da ku tevlî kampanya ya ku li Ewropayê ji aliyê CDK’ê ve bi navê "Nehat Fêmkirin" hatiye destpêkirin bibe û vê kampanyayê li Bakûrê Kurdistanê jî bixe meriyetê.
Di çarçoveya vê kampanyayê de delegasyona lijneyê di serî de bang li siyasetmedar, parlementer, şaredar, pêşengên civakê û hemû gelê Kurd dike ku di hemû qadên jiyanê de bi zimanê xwe yê dayîkê (Kirmanckî, Kurmancî) bi kar bînin. Di çarçoveya vê kampanyaya ku ji aliyê CDK'ê ve hatiye lidarxistin de em ji kesên ku bi zimanê biyanî diaxivin re bibêjin "Nehat fêmkirin, ji kerema xwe re bi Kurdî bi axive."
3-Delegasyona lijneyê bang li dewletê dike ku li gorî pêdiviyên pêvajoyê tevbigere û demekî berî ya din gavên li gorî pêwîstiya pêvajoyê biavêje.
4-Delegasyona lijneyê helwesta qada ziman a di derbarê dersên hilbijarî û zanîngehên ku qaşo beşên kurdolojî bi navê "zimanên ku dijîn" lê hatine vekirin red dike. Dersên hilbijarî wekî heqaretê li Kurdan dibîne û zanîngehan jî wekî rewakirina lîstikên dewletê dinirxîne.
5-Delegasyona lijneyê piştgiriyê dide têkoşîna li Rojava û berxwedana gelê Rojava silav dike. Delegasyona lijneyê bang li gelê Kurd dike ku bi rihê seferberiyê tevlî hemû çalakî û xebatên ji bo têkoşîna Gelê Rojava bibe.