Kurdên li Strasbourgê, Danîmarka şermezar kirin

Kurdên li Strasbourgê, Danîmarka şermezar kirin

Kurdistaniyên li bajarê Fransa Strasbourgê dijîn, li ber Sefaretxaneya Danîmarkayê çalakiya "dest nede televîzyonên min" lidar xistin.

Kurdistaniyên li Strasbourgê dijîn, ji bo nerazîbûna xwe li dijî biryara betalkirina lîsansên weşana ROJ TV, NÛÇE TV Û MMC bînin ziman, dosyayek berfireh bi zimanê Fransî amade kirin û pêşkêşî rayedarên Sefaretxaneya Bilind a Danîmarkayê kirin. Kurdistaniyan li ber Sefaretxaneyê jî çalakiyeke girseyî lidar xistin.

Di çalakiyê de al û sembolên Kurdistanî hatin vekirin û dowîzên bi nivîsên "Dest ji durûtiyê berde, dest nede televîzyona min!", "ROJ, NÛÇE û MMC terorîze neke!", "Azadiya Ramanê Bingeha Mafan e!" "DR1, TF1, TRT hene, çima ROJ, NÛÇE û MMC nebin?" hatin vekirin.

Çalakiya ku heta saet 15'an dewam kir, piştî soza Sefîrê Bilind ê Danîmarkayê yê daîmî li Konseya Ewropayê ku wê dosyayê bide Wezareta Karên Derve, Kurdistaniyan dawî li çalakiya xwe anîn.