Kurdên li Fransayê wê hefteyê jî li kolanan bin
Kurdên li Fransayê wê hefteyê jî li kolanan bin
Kurdên li Fransayê wê hefteyê jî li kolanan bin
Bi armanca destekirina berxwedana Kobanê, Kurdistanî û dostên wan ên hefteya derbasbûyî bênavber çalakî lidar xistin, vê hefteyê jî dadikevin kolanan
Vê hefteyê wê li Parîs, Marsîlya, Strasbourg, Lyon, Rennes û Draguignanê kon bên vedan û meş werin lidarxistin.
Çalakiya kon a li Marsîlyayê wê tevahiya hefteyê dewam bike. Li Marsîlyayê wê îro dosyayek pêşkêşî meclîsa herêmî bê kirin. Di dema çalakiyê de wê bi saziyên cuda re têkilî bê danîn û ji wan bê xwestin ku bala xwe bidin Kobanê. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê wê roja Şemiyê jî meşeke girseyî lidar bixin.
Li Parîsê jî wê vê hefteyê li ber parlamentê kon bê vedan.
Çalakiya ku wê ji roja Sêşemê heta Şemiyê dewam bike, ji aliyê Navendên Civaka Demokratîk ên li Herêm Parîsê ve tê organîzekirin. Roja Şemiyê jî wê meşek mezin pêk were.
Li Strasbourgê jî ji roja Duşemê û pê ve wê li ber Parlamenta Ewropayê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Çalakî wê tevahiya hefteyê dewam bike.
Li aliyê din, li bajarê Rennesê wê ji roja Çarşemê û pê ve çalakiya kon destpê bike. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Rennesê plan dikin ku roja Şemiyê meşeke mezin plan bikin û wê dosyayê pêşkêşî rêxistinên civaka sivîl ên Fransayê bikin.
Navenda Civaka Demokratîk a li Lyonê wê roja Şemiyê meşekê lidar bixe. Li ber Walîtiya Draguignanê jî ji roja Duşemê û pê ve çalakiya kon destpê kir.