Kurdaxî: Berê Sûriyê li tarîtiyê, yê Rojava li ronahiyê ye

Kurdaxî: Berê Sûriyê li tarîtiyê, yê Rojava li ronahiyê ye

Li Sûriyê, krîza bi serhildana gel a di Adara 2011'an de li Deraa destpê kir, dikeve sala sêyemîn. Di encama vî şerî de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, ewçend birîndar bûn û nîvê nifûsa welêt bê mal û bê war ma. 2 mîlyon mirov jî neçar man koç bikin bû bibin penaber. Yek ji qada bingehîn a bandora şerê li Sûriyê, aborî ye.

Hîndekarê Beşa Zanyariya Aborî ya Zanîngeha Helebê û endamê Komîteya Pêşvebirin û Zindîkirina Aboriyê ya Efrînê Dr. Dara Kurdaxî, pêşeroja aboriyê ya Sûriyê û modela aboriyê ya Rojava ji ANF'ê re nirxand û hişyarî da ku Sûriye dikare bibe "Iraqeke duyemîn" û destnîşan kir ku bi modela xwe ya aboriya civakî re Rojava xwedî pêşerojeke ronî ye.

Kurdaxî ragihand ku ji ber bûyerên dijwariyê, binesaziya Sûriyê ji gelekî alî ve têk çûye û anî ziman ku ji bo Sûriye li rewşa xwe ya berê vegere pêwistî bi 15 salan û çavkaniyek ji 150 mîlyar dolarî heye. Kurdaxî da zanîn ku li Rojava ji ber aramiya hat parastin, binesazî zêde zerar nedîtiye û ragihand ku li Rojava aboriyeke ne li derveyî civakî, modeleke aboriyê ya civakê ji xwe re dike armanc, esas tê girtin.

Eger em beriya sê salan li Sûriyê vegerin, rewşeke çawa li Sûriyê hebû, beriy sala 2001'an?

Li Sûriyê di nava 50 salên dawî de ji bilî bûyerên li Hema û Helebê yên di navbera salên 1979-82'an de, bi giştî aramiyek hebû. Ji ber vê û hin pêşketinên li qada navneteweyî, di aboriyê de aramiyek hebû. Wekî din ji ber alîkariyên salên 70'yî yên Yekitiya Sowyetan li welatên Ereb dikir, aramî hebû. Piştî salên 1980 bi balkêşî aramiya aboriyê xera bû. Bûyerên li qada navneteweyî, bi taybetî têkiliyên navbera Yekitiya Sowyetan û DYE, bûn sedem ku ev alîkarî qut bibin. Sedema vê yekê jî di şerê Îran-Iraqê de helwesta dewleta Sûriyê bû, ku ji welatên din ên kendavê cudatir bû. Vê yekê di warê aborî de Sûriye xist tengaviyê.

Rêveberiya Sûriye, ji bo pirsgirêken aboriyê çareser bibin û bûyerên tên jiyîn bandorê hîn bêtir li aboriyê nekin, dest bi xebatên nû kir. Têkiliyên xwe yên bi hin sermiyandaran re nû kir. Van sermiyandar li Sûriyê vegeriyan, ji rewşa heyî sûd wergirt û li qada bazirganî û sazîbûnê bi pêş ketin. Vê çîna nû ya sermiyandaran bi têkiliyên xwe re hewl dan li Sûriyê aramiyeke siyasî biafirînin. Lê belê hewldanên van sermiyandaran têra çareserkirina krîza aboriyê ya li Sûriyê nekirin. Hikûmeta Sûriye neçar ma di rêbaz û polîtîka xwe ya aboriyê de guhertinan bike. Bi taybetî bi qanûnên nû yên piştî hilweşîna Yekitiya Sowyetan re li sektora taybet hin guhertin hatin kirin. Vê yekê hin encam bi xwe re anî, lê belê pirsgirêkên aboriyê bi temamî çareser nekir. Ev polîtîka bi tenê ji bo reform û pînekirinê hatin meşandin. Ev yek jî bû sedem ku krîza aboriyê bandoreke mezin û kûrtir li aboriya Sûriyê bike.

Şerê sê salê dawî bandoreke çawa lê kir?

Li dû bûyerên siyasî yên Adara 2011'an bankaya navendî ya Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew xwedî hecmeke tedbîrê ya ji 18 mîlyar dolarî ne. Piştî 6 mehan hat ragihand ku ji pakêta tedbîrê 8 mîlyar dolar hatine xerckirin. Ev jî tê wê wateyê kur pakêta tedbîrê ya ji 18 mîlyar dolarî dê têra lêçûnên 3 salan bike. Bi taybetî piştî ku Sûriye kişiya nava pevçûnên çekdarî, ev tablo derket holê.

Lê belê li gorî daneyên saziyan, ji bo ji nû ve avabûna Sûriyê pêwistî bi çavkaniyek ji 150 mîlyar dolarî heye. Ev yek jî nîşan dide ku binesaziya Sûriyê ji sedî 60, ji sedî 70 bi temamî têk çûye. Dema ku hêza mirovan a li Sûriyê hatiye windakirin were hesabkirin, ev hejmar gelekî zêdetir e.

Ji ber ku li pêş çavên me ye, ku zêdeyî nîvê welatiyên Sûriyê ji cih û warên xwe bûne, neçar mane koç bikin, zêdeyî 2 mîlyon Sûriyeyî li kampên li welatên cîranên Sûriyê dijîn. Û 200 hezar mirovan heta niha di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane. Ev jî tê wê wateyê ku salê 75 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane. 

Li gorî vê tabloya we xêz kirin, gelo pêşerojeke çawa li benda Sûriyê ye?

Em bêjin bûyer, pevçûnên li Sûriyê bi temamî hatiye rawestandin û çareseriyek jê re hatiye dîtin. Em bêjin di navbera hemû aliyên bûn sedema krîza li Sûriyê çareseriyek rû da. Di vê rewşê de jî ji bo Sûriye li rewşa sê sal beriya niha vegere, pêwistî bi 15 salan heye. Her wiha ji bo ji nû ve avakirina binesaziya ji ber şer xera bûye, pêwîstî salane bi 10 mîlyar dolarî heye.

Di rewşa heyî de Sûriye di nava krîzeke cidî de ye. Ji ber ku em dizanin ku aliyên sedema krîzê ne, ji bo çareserkirina pirsgirêkê ne di nava ti hewldanan de ne. Ji ber vê yekê diyare ku rewşa Sûriyê hîn bêtir nebaş dibe. Lewma ev tê wê wateyê ku maliyeta şer dê girantir bibe. Sûriye her diçe ber bi pêşerojek tarî ve diçe. Bi îhtimala herî baş Sûriye dê bibe mîna Iraqa duyemîn.

Gelo hûn rewşa aboriyê ya li Rojava çawa dinirxînin?

Rewşa Rojava hinekî cuda ye. Em dikarin binesaziya Rojava ji du nuqteyên bingehîn binirxînin.

Ya yekemîn; Her sê herêmên Rojava dewlemend in û têra xwe dikin. Erdê wê berhemdar e. Lê belê ji ber polîtîkayên taybet Kurdistan xizan hat hiştin. Ev yek jî bû sedem ku hin dewlemendên bi rejîmê ve girêdayî derkevin holê. Armanca sermiyandarên derketin holê, pêşvebirina hilberîn û herêmê nebû. Berevajî, xwestin ji rewşên neyînî yên heyî sûdê werbigirin. Ev yek bû sedem ku gelê me bi awayekî rêk û pêk koçî bajarên mîna Heleb û Şamê bike. Bêguman qanûnên rewşa awarte û polîtîkayên taybet ên rejîma Sûriyê pêşî li zêdebûna xizanî û belavbûna koçberiyê vekirin. Ev yek jî bû sedem ku civak ji rastiya xwe ya dîrokî biyanî bibe.

Ya duyemîn; krîz û rewşa şer a li Sûriyê bandoreke kêm li Rojava kir. Rojava xwe ji şerê hilweşîner vegirt û bi vê yekê re binesaziya xwe parast. Ev yek bi saya rêveberiya ku dibêje ji xwe re xeta sêyemîn esas girtiye, pêk hat. Bandora krîza aboriyê lê bû, lê binesaziyê ev aliyê hilweşîner ê şer ne jiya.

Bêguman sotemenî û xwarina beriya niha bi erzanî dihat firotin, ji ber bi buhaneye giran ket herêmê û ambagoriyê, bandoreke neyînî li Rojava kir.

Ji ber van her du sedeman binesaziya aboriyê ya Rojava qels ma. Lê belê li gel van hemuyan li gorî krîza aboriyê ya li Sûriyê, ev pirsgirêk dikarin bi hêsanî werin çareserkirin. Li tevahiya Rojava bingeheke xurt a aborî û aramiyê heye. Rewşa siyasî û rêxistinbûyî ya gel a li Rojava, ji ya herêmên din ên Sûriyê gelekî çêtir e û ya herî girîng jî, binesazî saxlem maye. Ji ber vê yekê maliyeta ji nû ve avakirinê, gelekî kêm e. Ji ber ku li Rojava asoyê ji nû ve pêşxistin û zindîkirina aboriyê li gorî dma berê berfirehtir e. Bi tenê rêxistinkirina pêşvebirina aboriya herêmî li dû dimîne.

Li Rojava ji bo ji nû ve zindîkirin û pêşvebirina aboriyê hin gav hatin avêtin. Pêwîte bernameyeke çawa ya pêşvebirina aboriyê were meşandin?

Pêwistiya me bi modeleke nû ya rêxistinbûyîn û sazîbûyînê heye. Ku ji vê re modela kolektîf, komunal a aboriyê jî tê gotin. Carna jî week aboriya civakî tê binavkirin.

Niha li Rojava rêbazeke me ya ji bo ji nû ve pêşvebirin û zindîkirina aboriyê em bikar tîne, heye. Rêbaza em li Rojava dişopînin rêbazek li hemberî milkiyeta taybet nîne, lê di heman demê de rêbazeke ku di dawiyê de vê milkiyeta taybet bikeve bin xizmeta hemû gelên li Rojava ye. Bêguman em hînê di destpêka rê de ne. Lê li gel vê jî, kêm be jî hin pêşketinên erênî xwe didin der.

Bi awayekî gelekî zelal, divê bizanibin ku aboriyek ji xwe re civakê neke armanc dê pêşketin û zindîbûnê bi xwe re nîne. Ji ber vê yekê dikarim bêjim ku modela ji nû ve zindîkirin û pêşvebirina aboriyê ya em dişopîne, modela aboriya civakî ye. Yanî ne modeleke kapîtalîst a hurmetê nîşanî derdora xwe nade; ne modeleke ku civakê ber bi nakokiyên çînî ve dibe û di dawiyê de jî dikeve binê xizmeta sermiyanê. Modeleke parvekar a xwedî bingeheke xurt, çavkaniyên xwezayî û hêza cewherî ye. Bêguman ji bo vê dem pêwîste. Em hînê di destpêka kar de ne.

Hûn modela aboriyê ya pêşdîtina wê dikin, bi çi rengî bi nav dikin?

Di tevahiya serdemên dîrokê de aborî ji civakîbûnê cuda bi pêş ket. Ev yek bû sedem ku dewletperestî û mêtîngerî derkeve holê. Taliyê jî lîberalîzma aboriyê afirandin.

Li hemberî vê yekê, ji ber ku reel sosyalîzmê aborî ji wateya xwe dûr xist, kir parçeyek ji dewletê û her tiştên aboriyê ji dewletê re hişt. Bi vê yekê re bi trost, kartel û kargehên xwe yên aboriyê yê navneteweyî re, ji sermiyandaran cudatir tiştek dernexist holê.

Van encamên dîrokî rê nîşanî me dan ku divê em li Rojava modeleke nû bişopînin. Ji ber vê yekê em projeya xwe li ser rastî û xwezaya aboriyê dan rûniştandin.

Me ev yek ne tenê ji bo Rojava û Sûriyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn weke modelekê danîn holê. Armanca me ev e. Bi pêkanîna vê projeya xwe re, dê aborî zindî bibe û mirovahî nirxên xwe yên rastîn bi dest bixe.

Ji ber ku projeya aboriyê ya hewl tê dayîn li Rojava bicih were anîn, xwedî armanca pêşxistina têkiliyên însanî û civakî ye.

Bêguman ev modela me ya aboriyê di asta heyî de dikare rastî gelek astengiyan bê. Ji ber ku hişmendiya guhertina aboriya global hînê gelekî qels e.

Bi dîtina min, ji bo çareserkirina vê, ji bo civak di vê mijarê de were ronîkirin û hin nuqte werin ravekirin pêwistiya me bi konferanseke aboriyê heye. Di vê konferansê de divê nuqteyê nayên fêmkirin û çewtiyên heta niha, bên çareserkirin. Divê nirx û girîngiya aboriya civakî were fêmkirin.

Ji bo bicihhatina modela me ya aboriyê ya civakî, hewceye konferans tavilê bicih were anîn. Pêwîste di konferansê de şaşitiyên modelan bên nîqaşkirin û sererastkirin. Divê modela me ya aboriyê ku em hewl didin li Rojava bi projeya re pêk bînin, baş were vegotin. Me modeleke welê pejirandin ku taliyê hemû cîhan neçare lê vegere. Ji ber vê yekê, çi zû çi dereng, emê bi ser bikevin. Ji ber ku ev yek tê wateya serketina civakê.