Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Kurdan xwestin bikevin hundirê Konseya Ewropa: 4 binçavkirî

Kurdan xwestin bikevin hundirê Konseya Ewropa: 4 binçavkirî

Kurdên li Strasbourgê ev 4 roj in ji bo Kobanê di greva birçîbûnê de ne, bi dijwarbûna şerê li Kobanê re xwestin bikevin hundirê avahiya Konseya Ewropayê.

Kurdistaniyên xwest ber bi pêlikên ketina avahiya Konseyê ve bimeşin, 4 ji wan ji aliyê polîsê Fransayê ve hatin binçavkirin.

Ji Strasbourg û gelek bajarên derdorê gelekî kesî, li ser banga KCD-E ya nîvê şevê berê xwe dan çalakiya li ber Konseya Ewropayê. 

Ji roja Duşemê û vir ve ji bo Kobanê greva birçîbûnê dewam dike. Paralelî çalakiyê heyeta PYD'ê ku di nav de Hevserok Salih Muslim jî heye, li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hevdîtinan dike.