Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Kurdan bang li hikûmeta Elmanya kirin ku bikeve nava tevgerê

Kurdan bang li hikûmeta Elmanya kirin ku bikeve nava tevgerê

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi sedan Kurdistaniyên li ber Parlamenta Eyaleta Nordrhein Westfalenê hatin cem hev, ji bo Kobanê banga çalakiya lezgîn li hikûmeta Elmanya kirin.

Bi sedan kesên li bajarê Dusseldorfê li ber parlamenta eyaletê hatin cem hev, banga piştevaniya Kobanê kirin û êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şermezar kirin.

Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) ve hat organîzekirin de, ji hikûmeta Elmanya hat xwestin ku ji bo Kobanê tavilê bikeve nava tevgerê, destekê bide hêzên YPG û HPG'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê rake.

Ji organîzatoran endamê rêveberiya NAV-DEM'ê Talîp Ustebay banga "seferberiyê" li tevahiya Kurdên li Elmanyayê kir. Ustebay bang li her kesî kir ku ji mal, kar û dibistanê derkevin, tevlî çalakiyan bibin û ji malbatan jî xwest ku hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanan.