Kurd xwe ji bo mîtînga sala 1. a Nobeda Azadiyê amade dikin
Kurd xwe ji bo mîtînga sala 1. a Nobeda Azadiyê amade dikin
Kurd xwe ji bo mîtînga sala 1. a Nobeda Azadiyê amade dikin
Nobeda bêdem a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî li bajarê Fransa Strasbourgê tê girtin, saleke xwe dadigire. Endamên koma nû ya nobed dewir girt, ji bo bîranîna Fîdan Dogan a di organîzeya vê çalakiyê de bi xwe cih girt, lê di meha Çileyê de li Parîsê hat kuştin, bang li hemû Kurdan kirin ku beşdarî mîtînga 25'ê Hezîranê ya Strasbourgê bibin.
Nobeda bêdem a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ji 25'ê Hezîrana sala 2012'an û vir ve li ber Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Fransa Strasbourgê tê girtin, saleke xwe dadigire. Nobeda vê hefteyê, ji Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Cemîl Gultekîn û Kurdistaniyên ji bajarê Elmanya Essenê Behçet Alkan, Ramazan Satilmiş, Abdûrrahman Aslan û Ramazan Cengîz dewir girtin.
Çalakgerên nobedê, li gel hewa germ ji roja Yekşemê û vir ve gelek belavok belav kirin û sedan îmze berhev kirin. Bi taybetî tûrîstên tên bajêr û ciwan pêwendiyeke mezin nîşanî çalakiyê didin. der heqê kampanya "Ji Ocalan re Azadî" de bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî belavok tên belavkirin.
ÇALAKÎ SALEKE XWE DADIGIRE
Çalakiya nobedgirtinê ya li ber Konseya Ewrûpayê ji 25'ê Hezîrana sala 2012'an û vir ve heftane ji aliyê komên ji 4 an jî 7 kesan, tê meşandin. Çalakiya nobedê beriya niha ji aliyê nûnerên saziyên baweriyên Kurdistanê, hunermendên Kurd û rojnamevanan ve hat girtin. Di çalakiyê de di nava nêzî salekê de bi hezaran îmze hatin berhevkirin.
Tê payîn nobeda ji Ocalan re azadî, roja Yekşemê ji aliyê komeke nû ve were dewam kirin. Komîteya amdekar jî xwe amade dike, di yekemîn salvegera çalakiyê de mîtîngeke girseyî lidar bixe.
"DIVÊ JIN Û CIWAN ÇALAKTIR BEŞDAR BIBIN"
Endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Cemîl Gultekîn li ser navê koma nobedê digire axivî û diyar kir, ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya Kurdistanê. Çalakger Ramazan Satilmiş û Behçet Alkan jî dan xuyakirin ku çalakî li TV, ajans û rojnameyan cih bigire, wê encameke baştir were stendin.
Çalakger Abdûllah Aslan ê 30 sal in li Elmanyayê dijî destnîşan kir, ku Ocalan yek ji nirxên herî giranbuha yên gelê Kurd e û divê lê xwedî were derketin.
"FÎDAN DOGAN JI VÊ ÇALAKIYÊ RE PÊŞENGÎ KIRIBÛ"
Ramazan Cengîz da xuyakirin ku dîplomata Kurd Fîdan Dogan (Rojbîn) a par li Parîsê hat kuştin, ji vê çalakiyê re pêşengî kiribû û diyar kir, ku ewê jî bi mîtînga 25'ê Hezîranê roja Sêşemê ya li Strasbourgê re, deynê xwe yê dilsoziya pê re, bidin.
Endamên koma 52. dan xuyakirin ku ewê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Ocalan ji niha û pê ve jî bi birydarî bimeşînin û bang li tevahiya gelê Kurd ê li Ewrûpayê kirin, ku bi awayekî xurt beşdarî mîtîngê bibe.