Kurd her tim aştîxwazin

Kurd her tim aştîxwazin

Bi salane ku gelê kurd bi şer û kujtinê re rû bi rû dimîne, lê her dem kurdan parastina xwe kiriye. Hemû kurdistan bi gel, erdnîgarî û xwezaya xwe mexdûrê vê şerî bûne, lê yek ji cihên ku herî zêde bi şer û êrîşên hewayî ya artêşa tirk re rû bi rû mane şênî û gundên binarê Qendîlê ne.

Mam Merûf yên ku ji gundê Ênzê ye û di dirêjiya temenê xwe de gelek şer dîtine û rexmî şert û mercên di kurdistanê de qet dev ji gundê xwe bernedaye, di derbarê pêvajoya aştiyê ya ku li bakûrê kurdistanê dest pê kiriye wiha nêrînên me bi me re par kirin.

Mam Merûf di derbarê şerê ku di kurdistanê de bi rêve çûne û demên muzekereyan bi bîr anî û wiha dest bi axaftinê kir; “ tu caran kurd di şer de bi bin neketiye, lê tenê li ser maseya giftgoyan bi bin dikeve. Mînakên vê jî di dîroka me de pir zêde ne. Di dema Şêx Mehmûd Berzencî de, ji aliyekî ve Îngilîz hatin û li gel mûzekere dest pêkirin, ji aliyê din jî hêzên leşgerî dişandin ser wî. Wiha Şêx Mehmûd bi bin ket û nekarî bighîne armancên xwe. Îsmaîl Simko û Qazî Muhemed bi heman şêweyê. 
Tan di dema ku Mele Mistafa berzanî li gel Sedam hevdîtin pêk tanîn, wê demê Sedam ji Rusiya çek dikirîn. Di demeke wiha de Mele Mistafa qesir çêdikirin û ji vê yekê agahdar nîn bû. Ji ber vê ewqas agir bi ser kurdistanê de hate barandin, vê carê bi neçarî Sedam li gel şahê Îranê peymana Cezeêr hate mûrkirin û şoreşa îlonê têk bir, kurd bi bin xistin û bê hêvî kirin. 

Her wiha di sala 1983’an de Celal Telebanî li gel hukûmeta Beas dest bi muzekereyan kir û şertê bingehîn ew bû ku hêzên xwe zêde neke. Wê demê 20 fewce hebûn tam di dema muzekereyê de 100 fewceyên din yên leşgerî dan avakirin. Di vê pêvajoyê de jî kurd bi bin ketin. 

Mam Marûf di derbarê peyama Rêberê Gelê kurd ya ku di newroza 2013’an de hatiye xwendin de jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha berdewam kir; “ peyamê ku Rêber APO îsal daye peyameke bi dilê hemû gelê kurd û hemû cihanê bû. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de wê gelê kurd serkeftî derkeve. Û weke bûyerên ku di dîrokê de hatine jiyîn, vê carê jî kurd bi bin nekeve. Ji ber vê pêwîste hemû kurd û tirk vê peyamê bigirin cidiyetê, ji ber ev peyameke asayî nîne. Pêwîste gelek hêz bên ser riya rast, ev yek tenê bi kurdan nabe. Divê hîn zêdetir tirk jî li ser vê pêvajoyê nîqaşan bidin meşandin, ji ber em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne. 

Di dirêjiya gotinên xwe de mam Marûf di derbarê xwezaya gelê kurd ya aştîxwez de jî wiha rave kir; “ ji destpêka dîrokê de her dem kurd aştîxwez bûye û ji şer hez nake. Lê ger li ser kurdan şer hate meşandin, wê demê kurd pir bi hêz parastina xwe dike. Her dem kurdan bi gelên din re di nava aramiyê de jiyaye û kariye her kesî di nava xwe de xwedî bike. Lê ji ber dewlemendiyên kurdistanê û naskirina hêza gelê kurd û derfetên wan ya jiyadina li gel kêm netewên din, ev her dem bûye sedem ku êrîş li ser gelê me û welatê me pêk were. Û her dem dixwezin hêza kurd ya heyî ji holê rakin.  

Mam Merûf careke din hêviya xwe ya di derbarê vê pêvajoyê de anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî; “ di vê pêvajoyê de em xwedî hêvî û baweriyeke mezin in. Ji ber êdî kurdan tecrûneyên mezin ji dîrokê derxistine û êdî kurd ne kurdê berê ne. Û êdî gelê kurd bi hesanî bi çend sozan nayê xapandin, ji ber gelê kurd êdî hêza xwe ya siyasî û leşgerî baş nas dike.”