"Kurd hemû ji hev berpirsyar in"

"Kurd hemû ji hev berpirsyar in"

Heyeta jinên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê yên beşdarî 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn bûn, çûn serdana KCD'ê. Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah di serdanê de axivî û got, "Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de em hemû ji hev berpirsyar in. Mîna Ocalan dibêje, emê di bin sîwana Konferansa Netewî de bigihên hev."

Heyeta ji Rojava û Başûrê Kurdistanê yên tevlî 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê bûn, çûn serdana Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk û Ehmed Turk.

Di hevdîtinê de Hevseroka PYD'ê Aysa Abdûllah û Endama Komîteya Rêveber a PÇDK'ê Perwîn Hesen jî amade bûn û li dû hevdîtinê Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk daxuyaniyek da. Turk bal kişand ser bûyerên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin û got, "Şerê îro li Rojava destpê kiriye, bi kêrî gelan nehatiye. Kurd alîgirê demokrasiyê ye."

Turk diyar kir ku ew piştgiriyê didin siyaseta PYD'ê ya li Rojava dimeşîne û destnîşan kir, ku pêvajoya çareseriyê ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, ji bo tevahiya gelê Kurd gelekî girîng e. Turk ragihand ku gelê Kurd ji bo jiyana azad têdikoşe û got, "Di encama vê têkoşîna gelê Kurd de danûstandinan destpê kiriye. Mafên gelên Kurd ên bi salan hatine înkarkirin, divê edî ewle bibin." Ehmed Turk da xuyakirin ku bi El-Qaîde re demokrasî nayê Rojava û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin şoreşa gelê Rojava.

TÛGLÛK: KURDAN PEYAM DAN HEMÛ CÎHANÊ KU BÊ STATU NAJÎ

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî da xuyakirin ku di şoreşa gel a li Rojavayê Kurdistanê de kedeke mezin a jinê heye û got, "Bi şoreşa mezin a li Rojava re, gelê Kurd ê li Rojava li dijî zextên Esad, karekî mezin derxist holê. Kurdan bi şoreşa li Rojava re ji tevahiya cîhanê re eşkere kir, ku ew êdî jiyaneke bêstatu qebûl nakin."

Tûglûk diyar kir ku yekitiya gelê Kurd ji her demê bêtir vê demê stratejîk e û anî ziman ku şoreşa li Rojava di heman demê şoreşa bi destxistina mafên jinê ye. Tûglûk ragihand ku ew şoreşa Rojava weke jin ji xwe re modêl dibînin û piştgiriya wan dikin.

ABDÛLLAH: EM DI VÊ DEMÊ DE JI HEV BERPIRSYAR IN

Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah jî da xuyakirin ku gelê Kurd hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn nîşan daye û bal kişand ser berdêlên giran ên têkoşîna bi salan a gelê Kurd. Abdûllah diyar kir ku Amed li gel şoreşa Rojava dimeşe û anî ziman, ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Abdullah ragihand ku pêvajoya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng e.

Abdûllah ragihand ku gelê Kurd ê li Rojava berxwedana xwe dewam dike û got, "Berxwedana  li Rojava destpê kir, serketinên gelekî mezin bi dest xist. Şoreşa li Rojava ne tenê ji bo gelê li Rojava ye, serketina tevahiya gelê Kurd e." Abdûllah da xuyakirin ku ew alîgirê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd e û got, "Em di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin û di vê pêvajoyê de em hemû ji hev berpirsyar in. Mîna ku Ocalan dibêje, emê di Konferansa Netewî de bigihêjin. Weke Konseya Bilind, PYD û Rojava emê xebatên xwe dewam bikin."

PÇDK: EM AZADIYA OCALAN DIXWAZIN

Endama Komîteya Rêveberiyê ya PÇDK'ê Perwîn Hesen jî diyar kir ku di 1. Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê de biryarên girîng hatine stendin û diyar kir, ku gelê Kurd ji têkoşîna azadiyê re pêşengiyê dike. Hesen got, "Amedê ji avabûna tevgera jinê re şahidî kiriye. Weke PÇDK em piştgiriyê didin hemû xebatên li Bakurê Kurdistanê."

Hesen da xuyakirin ku di warê demokratîkbûyînê de li Rojavayê Kurdistanê gavên girîng tên avêtin û got, "Em hêvîdarin aştiyê bê Rojhilata Navîn." Hesen di axaftina xwe de girîngiya pêvajoya çareseriyê jî destnîşan kir û diyar kir ku ew azadiya Ocalan dixwazin.