Kujerên Vîctor Jara piştî 42 salan tên darizandin

Deh efserên Vîcto Jara qetil kirin piştî 42 salan derdikevin pêşberî dadgeriyê.

Li Şîlî, di dema darbeya leşkerî ya bi desteka CIA ji aliyê General Aûgûsto Pînochet ve di 11'ê Îlona 1973'an de hat kirin de, nava mirovên xwedî nêrîna çep ên hatin girtin û li stadyûmê hatin komkirin de stranbêj, derhênerê şano û endamê Partiya Komunîst Vîctor Jara jî hebû. Dest û zendê Jara ji aliyê îşkencekaran ve hatibûn şikandin, neçar hatibû hiştin ku rûleta Rûs bilîze û bi 44 fîşekan hatibû qetilkirin.

Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şîlî, da xuyakirin ku di navbera salên 1973-1190'î ya dema dîktatoriya Pînochet de zêdeyî 3 hezar kes hatin qetilkirin, ji van 1000 winda ne. Dadger MÎgûel Vazqûez Plaza ragihand ku der barê revandin û kuştina midûrê berê yê girtîgehê Lîttre Qûîroga Carvajal de li hemberî çend efseran doz hatiye vekirin.