Krîza Ûkraynayê: 1.2 mîlyon kes neçarî koça navxweyî hatin hiştin

Şerê navxweyî yê li Ûkraynayê di sala duyemîn de ye. Hejmara mirovên ji ber vî şerî neçarî koça navxweyî hatin kirin gihîşt 1.2 mîlyonî.

Şerê navxweyî yê li Ûkraynayê di sala duyemîn de ye. Hejmara mirovên ji ber vî şerî neçarî koça navxweyî hatin kirin gihîşt 1.2 mîlyonî.

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Yekşemê di hesabê xwe yê twitterê de daxuyaniyek da û got, "Li Ûkraynayê 154 hezar zarok, 1 mîlyon 228 hezar 90 kes, neçar man di nava welatê xwe de koç bikin."

Di daxuyaniya Koordînasyona Karên Însanî ya NY a meha Sibatê hat weşandin de hatibû gotin ku 1.7 mîlyon zarok ketine bin bandora krîza li Ûkraynayê.

Di ser pevçûnên li herêmên Donetsk û Lûhansk ên li rojhilatê Ûkraynayê bi Rûsî diaxivin, du sal derbas bûn.

Li gorî rapora nû ya NY, ji roja destpêkirina şer û vir ve 6 hezar 116 kesan jiyana xwe ji dest dane, 15 hezar 474 kes jî birîndar bûne.

Lê belê di rapora NY de tê gotin ku hejmara rastî dibe ku ji vê yekê gelekî zêdetir be.

Di civîna bilind a duyemîn a Mînskê de ku lîderên Rûsya, Ûkrayna, Elmanya û Fransayê li hev civiyan, biryara agirbestê hatibû wergirtin. Lê belê agirbesta ji 15'ê Sibatê û vir ve derbasdar e, gelek caran hat binpêkirin.