Krîza şandeyê Ocalan çareser kir
Krîza şandeyê Ocalan çareser kir
Krîza şandeyê Ocalan çareser kir
Krîza ku bi destwerdana Wezareta Edaletê li Şandeya BDP'ê destpê kir, derket holê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye çareserkirin.
Piştperdeya taloqbûna hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Şandeya BDP'ê re, ku diviyabû beriya du rojan pêk bihata, eşkere bû. Krîza mijara gotinê, bi destwerdana Wezareta Edaletê ya li Şandeya BDP'ê destpê kir. Derket holê ku ji ber vê destwerdanê Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş biryar daye di Şandeyê cih negire. Li gorî agahiyan Demîrtaş ji rayedarên Wezareta Edaletê re gotiye, "Em qebûl nakin ku Wezareta Edaletê biryarê bide ku kî ji me dikare biçe Îmraliyê û kî nikare biçe", lewma biryara neçûyîna hevdîtinê girt. Li ser vê yekê, rayedarên dewletê di 23'ê Hezîranê de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Piştî vê hevdîtina Ocalan a bi rayedarên dewletê re, li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şandeya BDP'ê îro ket ser rêya Îmraliyê.