Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê roja duşemê dema herêmî demjimêr 17.00’an, ji bo projeya biryara derbarê hêza pirneteweyî (ÎSG) ya ku tê plankirin li Şirîta Xezayê were bicîhkirin, dengdanê bike. Projeya ku roja pêncşemê pêşkêşî endamên konseyê hate kirin, pêşbînî dike ku hêza pirneteweyî bi ewlekirina sînorên Xezayê, hilweşandina binesaziya leşkerî û bêçekkirina herêmê were erkdar kirin.
Di çarçoveya planê de, perwerdekirina hêzeke polîsê Filistînî jî heye ku dê bi hêza pirneteweyî re bibe. Projeya biryarê, xwedî şert e ku biryarên derbarê xebata hêzê de bi Îsraîl û Misrê re bên girtin û diyar dike ku vekişîna Îsraîlê ji Xezayê, dê bi bicîhkirina hêza pirneteweyî li seranserê herêmê ve girêdayî be. Tê pêşbînîkirin ku DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) dê li herêma derdorê ji bo demeke dirêjtir hebûna xwe bidomîne.
Xala ku li projeyê hatiye zêdekirin û “rêya ber bi dewleta Filistînê” nîşan dide, di navbera endamên konseyê de bû sedema nîqaşan.