Kongreya Meclîsa Jinê ya Den Haag pêk hat
Kongreya Meclîsa Jinê ya Den Haag pêk hat
Kongreya Meclîsa Jinê ya Den Haag pêk hat
Meclîsa Jinê ya Ronahî ya li bajarê Holanda Den Haagê, kongreya xwe ya çaremîn bi beşdariya 65 jinan pêk anî.
Kongre yadî sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin kuştin, hat kirin û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di kongreyê de pêvajoya çareseriyê hat nirxandin û hat destnîşakirin, ku divê jin di asta herî bilind de di pêvajoyê de cihê bigire. Di kongreyê de bal hat kişandin ser girîngiya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kampanya alîkariya bi Rojavayê Kurdistanê re jî, weke mijareke rojevê hat nirxandin.
Di kongreyê de ji bo pênc komîsyonên cûda 16 endam hatin hilbijaritn. Serokatiya Meclîsa Jinê jî bi pergala Koordînasyona ji sê kesan hat destnîşankirin.
Kongre bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" qediya.