Konferansa Meclîsa Gel a Wargehê bi encam bû
Konferansa Meclîsa Gel a Wargehê bi encam bû
Konferansa Meclîsa Gel a Wargehê bi encam bû
6’emîn Konferansa Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê ya bi şîarên “Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad”, “Ji Rêber Apo re Azadî ji Kurdistanê re Statû” destpê kiribû, di encama nirxandin, nîqaş û biryarên girîng de bi encam bû.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ku her ji du salan carekê tê lidarxistin û îsal a 6’emîn tê lidarxistin Konferansa Meclîsa Gel a Demokratîk di navbera 11-15’ê Nîsanê de bi beşdariya 360 delegeyan pêk hat, bi nêrîn, nirxandin û her wiha biryarên girîng bi dawî bû. Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê ku organa herî bilind a wargehêyê û tevayî sazî û dezgehên wargehê girêdayî ne di 6’emîn konferansê de bi pêkhateke bihêz ji nirxandinên siyasî heta, rêxistinî û jiyanî rewş û pêvajo hatin dest girtin û biryarên girîng hatin wergirtin. Di konferansê de ji bo PKK di qada navneteweyî de ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin biryar hatiye girtin ku çalaki aktîvîteyên cur bi cur werin lidarxistin
6’emîn Konferansa Meclîsa Gel a Demokratîk di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de diyarî cangoriyên pêvajoyê hatiye kirin. Di konferansê de ji bo derbazkirina pirsgirêkan hatiye destnîşan kirin ku pêwîste li ser pêşxistina perwerde û rêxistinkirina qada bîrdozî were rawestîn.
Di konferansê de hin biryarên hatine wergirtin wiha ne:
"* Vegera gelê wargehê ya ji bo welat wê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd esas werin girtin.
* Konferansa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye ku li Amedê were lidarxistin, wê nêrîn û pêşniyarên gelê wargehê esas werin girtin
* Di derbarê vegera wargehê de wê pêşniyar û nêrînên gelê wargehê werin girtin
* Saziya Perwerdeyê divê ji nû ve were dest girtin
* Li gorî pêşveçûnên çandî, civakî, ilmî, wê gel xwe li ber çavan derbaz bike
* Ji bo şaredariyê pêşxistina sîstema hevseroktiyê û wê hevserok pêkve werin hilbijartin
* Komun û meclîsên semtan wê werin xurtkirin û ji aliyê kesên şareza ve lewaziyên komun û meclîsan werin derbazkirin
Konferans bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” û çepikan bi dawî bû."