Konferansa Amedê û berpirsiyarî
Konferansa Amedê û berpirsiyarî
Konferansa Amedê û berpirsiyarî
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya bi sernivîsa “Konferansa Amedê û Berpirsiyarî” ya di malpera Yenî Ozgur Polîtîkayê de hat weşandin de got, “Gelê Kurd divê di warê ziman û çandê de pêngav û sazîbûna xwe beyî tiştekî ji dewleta Tirk hêvî bike pêk bîne. Mirovatiyê di tevahiya dîrokê de mijara perwerde û çandê mîna civaka derveyî dewletê kariye pêk bîne.” Nivîsa Bayik Wiha ye:
"Konferansa Yekîtî, Hevkarî û Çareseriya Demokratîk a di 15-16'ê Hezîranê de li Amedê tê lidarxistin xwedî wateyeke dîrokî ye.
Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad hem li Bakurê Kurdistanê hem li Tirkiyeyê demokratîkbûn kîr rojevê û derfeta derketina holê ya daxwazên demokratîk jî afirand. Ev qasî anîna ziman a demokratîkbûnê û destûreke bingehîn a demokratîk encameke pêngava demokratîkbûnê ya Rêberê Gelê Kurd e. Berxwedana Parka Geziyê yekser bi vekişîna gerîllayan a derveyî sînor, Tevgera Azadiya Kurd û bi vê pêngavê re anîna rojeva Tirkiyeyê ya demokratîkbûnê ve têkildar e. Rêberê Gelê Kurd bi taybetî destnîşan dike ku di heman demê de vekişandina gerîllayan a derveyî sînoran ji bo vekirina pêşiya siyaseta demokratîk û têkoşîna bîrdozî pêngavek bû. Çalakiya Parka Geziyê yekemîn xwe dayina der a vê pêvajoyê ye. Eger pêvajoyeke bi vî rengî nehatiba meşandin hinekî zor bû ku berxwedana Parka Geziyê pêk hatiba.
Lidarxistina civînên têkildarî wateya demokratîkbûnê, bitackirina van civînan bi konferansekê wê Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad bigihîne merheleyeke nû.
Kurd wê bi biryarên ji Konferansa Amedê derkevin bi biryarî bikevin pêvajoya Rizgariya Demokratîk. Biryarên di konferansê de werin stendin wê ji aliyê tevahiya civaka Kurd ve werin pejirandin û ji bo pêk werin wê xwedî li wan derkevin. Gelê Kurd wê ji hukûmetê re bêje; vaye gerîlla vekişiya, êdî beyî xwe bispêrî tu hincetan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan biavêje. Ji niha û pê ve wê rojeva Kurdan ev be. Di dema ku gelê Kurd daxwazên xwe bîne rojevê û ji dewleta Tirk bixwaze gavan biavêje, ji aliyê din ve jî li dijî bendavan, qereqolan û rêyên ji mabesta tevgera leşkerî werin avakirin jî serhildan û çalakiyên bêîtaatiya sivîl van xebatan wê asteng bike. Ji ber ku çareseriya demokratîk tenê bi dawîanîn û rawestandina xebatên bendavan, qereqol û rêyên tevgera leşkerî mimkun dibe. Eger dewleta Tirk di qereqol û bendavan de israr bike ev wê were wateya bi awayekî aşkere sabotekirina pêvajoyê. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd bi serhildanan wê xwe bike mertal û derfetê nede avakirina qereqol û bendavan.
Taybetmendiyeke din a vê pêvajoyê jî sazîbûna demokratîk û avakirina jiyana azad e. Gelê Kurd bi têgihiştina siyaseta demokratîk wê li gund, kolan, tax û navçeyan yanî li her qadê xwe bi rêxistin bike. Di qadên siyasî, civakî, aborî, çandî û parastina rewa de xwe birêxistin bike û bi sazîbûna konfederal a demokratîk sîstema xweser ava bike. Wê kesekî ne rêxistinkirî nehêle. Bi civaka rêxistinkirî wê rêveberiya xwe ya xweser pêk bîne. Rastiya vê yekê da di jiyanê de jî wê bibe Xweseriya Demokratîk. Di rastiyê de Xweseriya Demokratîk tê wateya xwe bi xwe rêvebirina civaka rêxistinkirî. Li ser heman bingehî wê seferberiya rêxistinbûyîn û avakirina jiyana azad bide destpêkirin. Ev seferberî di heman demê de wê bibe pêngava xwe afirandinê ya bi ziman û çanda xwe, li dijî qirkirina çandî. Di vê pêvajoyê de ne tenê seferberiya fêrbûn û perwerdeya Kurdî, wê lez bide xebatên avakirina sîstema xwe ya perwerde û dibistanê jî. Wê bingeha perwerdeya zimanê zikmakî amade bike. Gotinên hin derdoran ên mîna, "Mercên perwerdeya Kurdî tune ne" gotinên vala û beredayî ne. Bi zimanê zikmakî yekser perwerdeya destpêkê yanî dibistana seretayî dikare pêk were. Piştî 5 salan dikare di dibistanên navîn de jî dest pê bike. Piştî 5-6 salan jî bi rehetî dikare li zanîngehê perwerdeya zimanê zikmakî were dayin. Ên dibêjin perwerdeya Kurdî nabe yan bi têgihiştina qirkirina siyasî tevdigerin, an jî yên ku hîn ev têgihiştin derbas nekirine.
Gelê Kurd divê di warê ziman û çandê de pêngav û sazîbûna xwe beyî tiştekî ji dewleta Tirk hêvî bike pêk bîne. Mirovatiyê di tevahiya dîrokê de mijara perwerde û çandê mîna civaka derveyî dewletê kariye pêk bîne. Bendewariya ji dewletê têkildarî fetihkirina mejiyan ji aliyê dewletê ve ye. Hêzên desthilatdar têgihiştina, beyî dewletê tiştek nabe, li ser mirovan ferz kirine û dane qebûlkirin. Lê belê berevajî vê têgihiştinê eger civak xwe bi rêxistin bike û derfetên xwe bixe hereketê, mîna her qadê dikare di qada perwerde û çandê de jî sazîbûna xwe ava bike û jiyana xwe ya azad û demokratîk saz bike.
Di vê pêvajoyê de wezîfeyeke ku divê were kirin jî vegera welêt e; vegera gundan û mîna hezarên salan ji nû ve zindîkirina jiyana li van deran e. Gund qadên jiyanê yên pêşiyên me bi keda hezarên salan afirandine. Bi vî aliyê xwe ve qadên ku her tiştên me li wan hatiye afirandin in. Ji ber vê yekê jî vegera gundan tê wateya vegera nasname û çandê; vegera li xwe. Kulîlkek li ser axa xwe bedew e û rengê xwe yê rastî dide. Lewma Kurdên ku li varoşên metropolan mîna kulîlkan çilmisîn, bi vegera welat û kokên xwe re wê zindîbûn û bedewiya xwe ji nû ve bi dest bixin. Vegera gund lihevhatina bi xwe re, xweşikbûn û ji aliyê moral ve bihêzbûnê tîne. Gundên me û welatê me cîhana manewî ya ku moralê me lê baş û bilind dibe ne. Vegera gund wê careke din rabûna ser piyan a bi heybet a Kurdîtiyê be. Dema gundên me zindî bibin wê Kurd jî ji îro gelekî bêhtir zindî bibin. Ji ber ku jiyana bi şêwazê qutkirina ji ax û gundên me tê wateya ne jiyanê.
Ji bo vegera gundan gelek rêxistinbûyîn û rêxistinên civaka sivîl dikarin werin sazkirin; sazkirina planan, bi avakirina bingeha vegerê derfeta vegera gundan a bi tenduristî û mayînde dikare pek were. Vegera bê plan û bingeh nabe. Di vê mijarê de di serî de partiyên siyaseta demokratîk, rêveberiyên herêmî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên aborî û bazirganiyê yên Kurdan divê rola bigirin ser xwe. Bi rêxistinbûyineke bi vî rengî, plansazî û xistina tevgerê ya derfetan dikare vegera welat a milyonan a koçî metropolan bûye pêk were. "